Fîscher: Li Rojhilata Navîn 'şerê 30 salan' heye

Li gorî yek ji wezîrê karên derve yê berê yê Elmanyayê Joschka Fîscher di serî de şerê li Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û 'şerê 30 salan' ê sedsala 17'an a li Ewropayê pir dişibin hev.

Yek ji wezîrê karê derve yê berê yê Elmanyayê û yek ji dîplomatê navdar Jocshka Fîscher li ser Rojhilata Navîn ji rojnameya ‘Schwerîner Volkzeîtûng’ê re axivî. Fîscher ku salên 1998-1995’an di hikûmeta Schroder de wezîrtî kirî geşedanên li Rojhilata Navîn şibande ‘şerê 30 salan’ ê Ewropayê, ku di navbeyna 1618-1648’an de hatibû jiyîn.

Fîscher Heleb, ku bi şerê navxwe yê Sûriyeyê bû kavil şibande bajarê Magdebûrgê ku 1631’an bûbû kavil û got, ‘’Wê demê jî, weke niha, li herêmê tenê şerek nebû, gelek şer hebûn, bi rengekî paralel gelek şer bi hev re dihatin kirin. Pêvajo bi mebesta demokratîkbûnê dest pê kir lê piştre bû şer. Niha halê hazir şerê Kurd û Tirkan heye, her wiha taloke heye ku şerê Israîl û Îranê bibe.’’

‘ŞER HETA KU HEMÛ ALIYAN HILWEŞÎNE WÊ BIDOME’

Fîscher got niha tê xwestin ku sedema şer li pişt perdeyan were veşartin û got, ‘’Li gorî texmîna min ev kavilgerî heta ku hemû aliyan hilweşîne wê bidome’’. Fîsher got di şerê 30 salan ê Ewropayê de şerê mezhebî yê Protestan û Katolîkan sedem hatiye nişandan û niha jî heman tişt li ser Şîî û Sinîtiyê tê kirin.

Fîscher got halê hazir li Rojhilata Navîn hêzên mezin hatine pêşberî hev, Rûsya wê bi rehetî ji Sûriyeyê nekeşe. Fîscher got ew nizane bê ka piştî şer wê rejîma Esad bimîne yan nemîne û domand, ‘’Biya min şer ji bo hemû aliyan wê bibe sedema gelek miriyan û hilweşînê.’’