'Fînala Lîga Şampiyonan bila li Tirkiyeyê neyê lîstin'

Partiya Çep a Swêdê û Yekîtiya Çep a Fînlandiyayê xwestin, maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ku wê sala bê li Tirkiyeyê bê lîstin, li welatekî din bê lîstin.

Yekîtiya Çep a Fînlandiyayê bi tundî li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû û destnîşan kir, Tirkiyeyê peymanên navneteweyî binpê kiriye û xwest, maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ku wê sala 2020'î li Stada Olîmpiyad a Ataturk a Stenbolê bê lîstin, li welatekî din bê lîstin.

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Håkan Svennelig jî di medya civakî de diyar kir ku ew tevlî pêşniyara Yekîtiya Çep dibe.

Svennelig got, "Di nava civakê de nerazîbûneke xurt li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê hene. Ev yek bi rengekî asayî bandorê li maçên futbolê jî dike. Rewşeke bi pirsgirêke ku lîstikên sporê li dîktatoriyan ên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin bên pêkanîn."