Fîlozofê Macar Mîklos ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir

Fîlozofê Macar Gaspar Mîklos Tamas bi bîr xist ku Erdogan ê bê welatê wan li dijî Kurdan dest bi şer kiriye û banga şermezarkirina Erdogan kir.

Fîlozofê Macar Gaspar Mîklos Tamas diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ku di 7'ê Mijdarê de serdana welatê wan bike, ji ber êrîşên li dijî Kurdan divê bê şermezarkirin.

Tamas got, "Em hemû zanin ku Erdogan û artêşa Tirk a wî bi rengekî kujeran êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dikin" û qîma xwe bi vê jî nîne, bi qeyûman talan û desteserkirinê dike. Tamas got, "Divê em ji bîr nekin ku li dijî Erdogan û hîleyên wî li her eniyê têkoşîn didome."

'DI 7'Ê MIJARÊ DE EM ŞERMEZAR BIKIN'

Tamas nerazîbûneke tund nîşanî hikumeta Macar da ku piştevaniya Erdogan dike û got, "Me li Bûdapeşteyê ev rewş şermezar kir û di 7'ê Mijarê de ku wê Serokkomarê Tirk bêyî ku li ber xwe bikeve bê Macaristanê û Serokwezîrê Macar Orban jî wê bi rengekî bêhurmet malovaniyê jê re bike, divê em careke din şermezar bikin."

'HER KESÊN XWEDÎ NIYETA BAŞ DIVÊ PIŞTEVANIYA KURDAN BIKE'

Tamas got, "Meseleya bingehîn ew e ku jin û mêrên xwedî niyeta baş divê li tevahiya dinyayê pişştevaniya şerê Kurdan bikin" û diyar kir, "Hikumetên ku di vê dema zehmet de we li holê hiştin, wê berdêla vê yekê bidin. Dema hesabdanê nêze."