Fîlorî: Emê destekê bidin xebatên lêkolînkirina rastiyan
Fîlorî: Emê destekê bidin xebatên lêkolînkirina rastiyan
Fîlorî: Emê destekê bidin xebatên lêkolînkirina rastiyan
Şefê Maseya Tirkiyê ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Jean-Chrîstophe Fîlorî got, "Em weke Komîsyona YE piştgiriyê didin pêvajoya li çareseriya pirsgirêka Kurd digere." Fîlorî diyar kir ku eger Tirkiye bixwaze ewê weke Yekitiya Ewropa piştgiriyê bidin xebatên lêkolînkirina rastiyan û rûbirûbûna bi paşerojê re.
Şefê Maseya Tirkiyê ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Jean-Chrîstophe Fîlorî daxuyanî da ANF'ê û da xuyakirin ku di mijara çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd de ew amade ne hem ji aliyê Alîkariya Madî ya Beriya Endametiyê (IPA) hem jî di çarçoveya bernameya pêşvebirinê ya herêmî de alîkariyê bidin Tirkiyê.
Fîlorî ragihand ku Yekitiya Ewropa piştgiriyê dide pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kir ku ji bo dayîna destekan divê Tirkiye daxwazên xwe bi awayekî zelal nîşan bide. Fîlorî got, "Ji bo vê pêwîste rayedarên Tirk daxwazên berçav deynin holê. Eger ji me were xwestin, ji bo pêçandina birînên ji ber şer, derxistina rastiyan û projeyên pêkanîna aştiyê, em amade ne piştgiriyê bidin."