Fîlîpîniyan serdana çalakgerên li Den Haagê kirin
Heyetek ji Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Den Haagê kir.
Heyetek ji Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Den Haagê kir.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan 79 roj in greva birçîbûnê didome. Serdanên ji bo berxwedêran didomin.
Heyeta Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînê ya bi serokatiya Jose Maria Sison serdana çalakgeran kir.
Sison di dema serdanê de axivî û got, "Ez nêrînên Birêz Ocalan diparêzim. Em dixwazin tecrîdkirina wî tavilê bi dawî bibe. Azadiya Birêz Ocalan temînata Rojhilata Navîn e. Li ser vê bingehê em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê."