Fîlarek: Ji bo azadiya Ocalan ez dê duayan bikim

Fîlarek: Ji bo azadiya Ocalan ez dê duayan bikim

Metranê Dêra Ortodosk yê Ukraynayê Patrîk Fîlaret bi şeva din bi rêveberên Navenda Çanda Kurdan ya li Kîevê faliyetan birêve dibin civiya.

Li bajarê Kîev yê Ukraynayê 8’ê Çileyê ku weke dayîkbûna Hz. Îsa tê pejirandin bi vê boneyê, Metranê Dêra Patrîk Fîlarek resepsiyonek pêkanî. Resepsiyona ku şeva din pêkhat, rêveberên Navenda Çanda Kurdan ya ku li Kîevê faliyetan birêve dibe bi vexwendina taybet ya Patrîk Fîlarek tevlîbûn.

Di resepsiyonê de Patrîk Fîlarek Serokê Komeleya Navenda Çanda Kurdan ya li Kîevê Georgî Gasanov qebûl kir. Di qebûlê de Gasanov tekoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê dimeşînin vegot. Gasanov di axaftina xwe de got; “Îro li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd ji bo mafên xwe yên demokratîk bidest bixin tekoşînek mezin birêve dibin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 sale li girava Îmraliyê di hucreyekê de tena sere xwe di nava tecrîdekî giran de ye û têkiliya wî ya bi cîhanê re qute. Mafê herî mirovî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran jî tê asteng kirin. Li rexmî van hemû pêkanînên dijmirovahiyê jî Kurd gelekî ku di her firsendekê de daxwaza aştî û azadiyê dikine. Kurd dixwazin ev pirsgirêk bi awayek demokratîk bête çareserkirin.”

Piştî axaftina Georgî Gasanov rêberê olî Patrîk Fîlarek da zanîn ku, ew hêvî dike ku tekoşîna aştiyê ya Kurdan dê bigehe armanca xwe û wiha got: “ Kurdan jî weke hemû gelên cîhanê mafê wan yên demokratîk û mirovahî hene. Ez hêvî dikim ku, tekoşîna aştiyê ya Kurdan dê bi aştiyê bi encam bibe. Gelê Ukraynayê jî demekê êşên wiha kêşan. Ji ber vê çendê ez gelê Kurd baş fêm dikim. Ji bo Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe ez dê duayan bikim. Ez jê ji bo gelê Kurd duayan bikim.”