Fezlekeyên HDP û CHP'yiyan li Serokwezaretiyê ne
Fezlekeyên li ser 'rakirina destnedanê' ya 8 parlamenteran hatin amadekirin, ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ye, ji Serokwezaretiyê re hatin şandin.
Fezlekeyên li ser 'rakirina destnedanê' ya 8 parlamenteran hatin amadekirin, ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ye, ji Serokwezaretiyê re hatin şandin.
Wezareta Edaletê ya Tirk, fezlekeyên ji bo rakirina 'destnedana parlamenteriyê' ya 4 parlamenterên HDP'ê û 4 parlamenterên CHP'ê ji Serokwezaretiyê re şand.
Fezlekeyê ji Serokwezaretiyê re hatine şandin, li hemberî van parlamenteran hatine amadekirin:
Ji HDP'ê, Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Nûrsel Aydogan, Ferhat Encu û Îmam Taşçier.
Ji CHP'ê Cemal Okan Yuksel, Mûstafa Akaydin, Dûrmûş Fîkrî Saglar û Metîn Lutfu Baydar.