Festîvala Çandê ya Kurdan dest pê kir
Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî ya 25’emîn, bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî li Kolnê dest pê kir.
Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî ya 25’emîn, bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî li Kolnê dest pê kir.
Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî ya 25’emîn bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî li Kolnê dest pê kir.
Festîval cara pêşîn di sala 1992’an de bi beşdariya 55 hezar kesan dest pê kiribû û 25 sal in didome.
Festîval îsal jî wê bi slogana “Ji Ocalan ra azadî, ji Kurdistanê re statû û ji Rojhilata Navîn re aştî” tê lidarxistin.
Di festîvalê de stand tên vekirin û çanda Kurd tê naskirin.
Hunermend Amele li ser 300 metrekareyan gundê Kurdistanê ava kiriye û berhemên dîrokî yên Mezopotamyayê bi maketan çêkiriye.
BEŞDARIYA JI GELEK WELATAN
Ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Avûstûrya, Îtalya û gelek welatên din Kurdan berê xwe dan Kolnê.
Ji xeynî bi hezaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK, PYD, YPJ’ê jî hatine daliqandin.
‘BI FIKRÊN RÊBER APO EM DIKARIN AZAD BIBIN’
Hevserokên NAV-DEM’ê Tahir Koçer û Ayten Kaplan axaftina destpêkê ya festîvalê kirin. Hevserokan di axaftina xwe de ev tişt gotin:
“Ligel zextên Elmanyayê em festîveleke wisa xurt li dar dixin. Ev gelekî girîng e. Azadiya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn girîng e. Rojhilata Navîn encax bi fikrên Rêber Apo dikare azad bibe.”
CIWANÊN MEŞVAN JÎ BEŞDAR BÛN
Ciwanên Kurd ên ku 5 roj in ji Dortmûndê ber bi Kolnê ve dimeşin gihiştin qada festîvalê. Girseyê bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” ciwan pêşwazî kirin.
Festîval bi konsera Koma Berxwedanê didome.