Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê fermandarê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Serhed Qamişlo yê ku di pevçûnên Serêkaniyê de îro danê sibê birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.
Di pevçûnên li Serêkaniyê di navbera YPG'ê û komên çete de fermandarê YPG'ê Serhed Qamişlo birîndr bibû û wî rakiribûn nexweşxaneya Qamişloyê. Lê belê tevî gelek hewldanan Serhad Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Saziya Malbatên Şehîdan li Qamişlo bang li hemû Kurdistaniyan kir sibê tevlî merasîma definkirina fermandar Serhad Qamişlo bibin.
Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku merasîm wê di seet 11.00 an de bi dema Qamişlo li ber mizgefta Qasimo destpêbike û li goristana Şehîd Delîl Sarûxan wê bispêrin axê.
Herwiha Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bang li hemû ciwan û tevgerên ciwanan kir ku beşdarî merasîma defin kirinê bibin.
ÇETEYAN XORTEKÎ KURD KUŞTIN
Di vê navbarê de li Serêkaniyê komên çeteyan êrişê ciwanê Kurd Orhan Hemê Mixtar ê 20salî kirin. Di encamê êrîşê de Mixtar jiyana xwe ji dest da. Orhan Hemê Mixtar birayê di geriyalê Hêzên Parastina Gel(HPG) ku di nava şerê azadiyê de jiyana xw jidest dan.