Fermandar Apê Hus li Wargeha Şehîd Rustem hat bîranîn

Fermandar Apê Hus li Wargeha Şehîd Rustem hat bîranîn

Endamê Meclîsa PKK’ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadir Çelîk (Apê Hus) bi merasîmek girseyî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de derbarê jiyan û têkoşîna Çelîk de axaftin hatin kirin.  

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem  (Mexmûr) li  Saziya Malbatên Şehîdan, bi beşdariya girseyeke qelebalix a şêniyên wargehê bi munasebeta yekemîn salvegera şehadeta Endamê Meclîsa PKK’ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadir Çelîk (Apê Hus) merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan, li ser jiyan û têkoşîna Apê Hus, Endama Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Rozerîn Yildiz axivî. Yildiz da xuyakirin ku xwedîderketina li şehîdan û şehadetan rûmet e, di heman demê de berpirsyariyên wê pêkanîn jî hebûna jiyanê ye û wiha berdewam kir: “Heval Huseyîn ji bo Têkoşîna Gelê Kurd gavek bi pêşde bibe, bi biryardayînek pir mezin bi ruhekî fedayî ji eniya Rojhilatê Kurdistanê derbasî herêma Botanê bû. Hevalek xwedî zanist bû, îdeolojîk bû.”

Di berdewama axaftina xwe de Rozerîn Yildiz, li ser jiyana Çelîk wiha got: “Her çi qasî Heval Huseyîn li dibistanên leşkerî yên dewleta Tirk de perwerdeya xwe temam kiribû, lê dîsa nebû sedem ku Heval Huseyîn nasnameya xwe ji bîr bike û xwe înkar bike. Heval Hûseyîn dema ku li dibistanên leşkerî yên dewleta Tirk de dixwend, zilm û zora ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dida meşandin didît, vê yekê hişt ku hestên welatparêzî û xwedîderketina li gelê Kurd bi Heval Huseyîn re zêde bibe. Di encama wê de jî biryar da ku tevlî nav refên gerîla bibe.”

Di merasîma bîranîna Kadir Çelîk (Apê Hus) de pismamê wî Serhed Mûş, jî bi çend gotinan li ser taybetmendî, jiyan û bîranînên pismamê xwe axivî û wiha got: “Yek ji Apociyên despêkê yên Mûşê Heval Huseyîn bû, wê demê li Mûşê kesî nizanîbû Apocî çi ne. Heval Huseyîn li nav gundan kar û xebatên xwe berdewam dikir, hemû ciwanên gund kom dikir li ser meseleyên Kurdistanî ji wan re axaftin dikir.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmayên “Şehîd Namirin” û  “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.