Feleknas Ûca ji bo Pirsûsê bang kir: Ji ser sindoqan veneqetin!

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li gelek cihan zilamên AKP’ê yên çekdar bi darê zorê dengên blok didin. Walî û dozger li hemberî vê bûyerê bêdeng in. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bang kir ku, heta dengdan neqede bila tu kes ji ser sindoqan veneqete.

Li Pirsûsa Rihayê ya ku parlementerên AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên xwe êrîşên çekdarî kiribûn, dengdana ji bo hilbijartinê jî bi fen û fûtan dest pê kir.

Di destê sibehê de 300 parêzvanên parlementerê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz Dibistana Seretayî ya Suleyman Şah, Lîseya Anadolûyê, Lîseya Hurriyetê, Dibistana Seretayî ya Ataturk, Dibistana Seretayî ya Bîlgî, Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê jî di nav de êrîşî gelek dibistanan kir, muşahîdên HDP’ê derb kir û dengên blok û eşkere da dayîn.

Li gorî agahiyên ku tên li gundên navçeya Halîliye ya Rihayê endamên AKP’ê bi zextan dengên eşkere dan  dayîn.

ÛCA: AKP TERORÊ DIKE

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca daxuyanî da ANF’ê û diyar kir ku AKP’ê Pirsûs ji xwe re wekî herêma pîlot daye hilbijartin. Ûca ang li gel kir ku li hemberî zextan bila biçin dibistanan. Ûca got ku, “AKP bi 300 endamên xwe yên çekdar li Pirsûsê terorê dike. Em a niha diçin Pirsûsê. Hevalên me yên baroyên bajaran jî bi me re ne. Divê gelê me xwedî li deng û îradeya xwe derkeve û berê xwe bide dibistanan.”

‘LI PIRSÛSÊ ASTENGÎ DIDOME’

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi Waliyê Rihayê û dozger re civiyane. Ozbîngol got ku, “Wan diyar kirin ku ew ê ji bo ewlehiya hilbijartinê, çi ji destê wan were ew ê bikin. Ev çiqasî ew ê di pratîkê de were kirin, ne diyar e. A niha bûyer sekinîne, lê astengî didome. Dema êvarî deng werin hejmartin ew ê astengiyên mezin pêk werin.”