Fedakariya ji rêzê ya Şehîd Mazlûm

Mazlûm di germa Tebaxa 2013'an de ji min re gotibû, "Fedakariyeke diviyabû, me jî ew kir". Mîna ku tiştekî ji rêzê kiribe, ev gotibû; mîna ku avê bide mirovekî yan jî ji hevrêyekî xwe re bêje "Rojbaş"

Dema li şerê heyî yê hundir û derve dinêrim, Tebaxa 2013'an gelekî dûr xuya dike. Di ser rojên ku jiyana me asayî bûn re, bedenên hevrêyên me yên bi bombeyên DAIŞ'ê parçe parçe bûn, bedenên zarokên ku 'ji bo bêhn jê neyê' xistin sarincê, binêrin, mirovên li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin û xeyaletê bedenên jinên bê can ê bi tazî hatin nîşandan, digere.

Di Tebaxa 2013'an de ez li herêmeke bi navê Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûm. Bi gotina gerîla, li cihê ku komên ji Bakur vedikişiyan bûm. Herêma gelekî asê dixuya. Em heta cihekî bi wesayîtê çûn, piştre ber bi nava gelî ve meşiyan. Li Kamelyayê (cihê gerîla lê rûdiniştin, bêhn vedidan, li televîzyonê temaşe dikirin, çay lê vedixwarin) gelek gerîla hebûn. Dûre bi dorê min bi komên gerîla yên ji herêmên Derya Reş, Dersîm, Botan, Garzan û Serhedê hatin re, hevpeyvîn kir.

Yek ji gerîlayên ez pê re axivîm, Mazlûm Volkan ê ji koma Derya Reş bû. Di daxuyaniya duh a HPG'ê de hîn bûm ku navê wî yê berî tevlî bibe, Yakûp Tokay e. Ji Sêrtê bû.

Bêdeng bû, kêm daxivî, ji axaftinê zêde hez nedikir. Lê ez bawer bûm ku gelek çîrokên wî yên bên vegotin hebûn.

Dema di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû 19 salî bû. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, mîna gelek ciwanên Kurd "li ber rabû" û berê xwe da çiyê.

Dema biryara vekişîna hêzên gerîla hat dayîn, ew di nava koma Derya Reş de li qada Dersîmê bû. Piştî meşeke ji du mehan, xwe gihandin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Dema min jê re got, ez ji Kastamonûyê me, ji min re gotibû, ji min re got, "Yên we nanek jî nedan min."

Mîna ku min nan nedaye wî, ez li ber xwe ketibûm.

Dema ev rewşa min dît, ji min re got, "Heval ez ji te re nabêjim" û keniya bû. Bêguman ji min re negotibû, lê belê rewşa bajarê min ev bû.

Dema li ser vekişînê daxivî, hevalên xwe yên li çiyê winda kir, danî bîra xwe. Digot, "Zehmet e ku mirov dev ji wan nirxan berdin û bên vê derê". Lê belê di dawiya dawî de ew gerîla bû û diviyabû biryara hatiye dayîn bi cih bîne.

Ya got ev bû: "Lê rêxistinê biryarek stand. Em hewl didin biryarê fêhm bikin, lê tevî vê jî em biryarê bi cih tînin."

Gotibû, "Me ji bo aştiyê gav avêt". Digot ku wan rîsk dane ber çavên xwe, lê hêviyeke biçûk a ji bo aştiyê jî gelekî hêja ye. Gotibû, "Me ji bo aştî û çareseriyê ev rîsk dan pêş çavên xwe."

Dema mirov ji van rojên dawî yên Cotmeha 2016'an binêrin, eger ew rîska wan dan pêş çavên xwe, destê gel dirêj kir bihata girtin, dibe ku Mazlûm îro bijiya. Polen, Ece, Ezgî, Buşra, Çagdaş, Dayika Nazegul, kekê Cemîl û gelek dost û hevrêyên min bijiyan.

Ev tiştê ez qalê dikim, ne rewşeke şexsî ye. Wê lingê Lîsa jê nebûya. Haci Bîrlîk belkî ji bo fîlmekî nû bixebitiya. Asya Yuksel belkî li saziyeke ku jinan perwerde dike, bixebitiya.

Ti ji van nebû, jiyana me veguherî eniyeke şer.

Mazlûm di germa Tebaxa 2013'an de ji min re gotibû, "Fedakariyeke diviyabû, me jî ew kir". Mîna ku tiştekî ji rêzê kiribe, ev gotibû; mîna ku avê bide mirovekî yan jî ji hevrêyekî xwe re bêje "Rojbaş".

Min jê pirsî bû "Eger gav neyê avêtin, wê çi bibe?"

Gotibû: "Em milîtanên vê rêxistinê ne û di her şert û mercî de ji her tiştî re amade ne. Pêvajo bixitime, dewlet û hikûmet zexta şer li me bike, eger daxwazên demokratîk bi şîdet û zextê asteng bike, em jî jib o têkoşîna çekdarî amade ne."

Xuya ye Mazlûm heman fedakarî kiriye. Piştî ku şer ji nû ve dest pê kir, vegeriya.

Li gorî daxuyaniya duh a HPG'ê tevî 2 hevrêyên xwe li Ordûyê di 30'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Mazlûm ê ku ji bo hêviya aştiyê vekişiya derveyî sînor, careke din ji bo aştiyê bi çeka xwe vegeriya Derya Reş û li cih û warê min di şer de jiyana xwe ji dest da.

Diviyabû em bibûna hevparê hêviya wî û aştî pêk baniyan. Lê belê ev nebû! Me hêviyeke din a aştiyê ji dest dan. Em niha di nava agir de ne û ev agir wê her kesî bişewitîne!