FEDA'yê ji bo Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayê kir

FEDA'yê, ji bo mexdûrên erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayê kir.

Piştî Heyva Sor a Kurdistanê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî dest bi kampanya alîkariyê kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bîlançoya erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê roj bi roj giran dibe û hat gotin, "Ji ber bandora hilweşîner a erdhejê li eyaletên Kirmanşan û Silêmanî kir, em gelekî xemgîn in. Xwedê sebrê bide malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê ji malbatan û gelên xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin."

'EM PARIYÊ XWE PARVE BIKIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo alîkariya herêma erdhejê wan dest bi kampanyayê kirine û hat gotin, "Rêya kêmkirina zerara erdhejê daye, parvekirina pariyên xwe bi gelên xwe yên mexdûr re ye. Elewiyan heta roja îro, di demên zor û zehmet de pariyên xwe bi mirovên hewcedar re payê kirine. Em bang li hemû gel û baweriyên erdnîgariya me ya qedîm dikin, ku ji bo sivikkirina êşên erdhejzedeyan, van rojên zor û zehmet bi hev re bibihurînin. Em bang li civaka Elewî dikin ku piştgiriyê bide mirovên me yên li cihê erdhejê ne. Divê em ji bîr nekin ku her pariyê bê payêkirin, her destê alîkariyê yê were dirêjkirin, her karekî piştevaniyê wê êşê sivik bike û ji îro û pê ve li gelemperiya Ewropayê em dest bi kampanya alîkariyê dikin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesên dixwazin alîkariyê bikin hate kirin ku têkiliyê bi FEDA'yê re deynin.