FEDA: Efrîn hesreta Elewiyan e; em destekê bidin

FEDA'yê ragihand ku jiyana li Efrînê hatiye afirandin hesreta Elewiyan e û ji bo Efrînê banga piştgiriyê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û berxwedana serdemê ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

FEDA li ber piştgiriya CHP'ê û dewletên rojavayî yên ji bo êrîşan rabû û destnîşan kir, jiyana li Efrînê hatiye avakirin hesreta Elewiyan e. Di daxuyaniyê de bang li CHP'ê hate kirin ku cihê xwe li cem 'maf û mafdariyê' bigire û hat gotin, "Artêşên zilmê roj bi roj radihêjin çekê û banga cîhadê dikin. Weke saziyên Elewiyan hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê divê em yekîtiyê esas bigirin û timî li ber zilma zaliman rabin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiyên piştevaniya Efrînê banga tevlîbûnê hate kirin.