FEDA: Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê bi eşkere sûc kir
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), êrîşa dewleta Tirk a roja pênşemê li dijî Mexmûrê pêk anî şermezar kir û got, dewleta Tirk li dijî mirovahiyê bi eşkere sûc dike.
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), êrîşa dewleta Tirk a roja pênşemê li dijî Mexmûrê pêk anî şermezar kir û got, dewleta Tirk li dijî mirovahiyê bi eşkere sûc dike.
FEDA, daxuyaniyeke nivîskî parve kir û got, “Ev êrîşa ku li ber çavên hemû cîhanê û Neteweyên Yekbûyî pêk hatî, bi gelemperî niştecihên sivîl ku jin û zarok lê dimînin armanc kirine.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşa hewayî ya ku li dijî warê sivîlan a di bin venêrîna Neteweyên Yekbûyî de pêk hatî, li ber çavên hemû cîhanê, li dijî hemû mafê mirovan ên navneteweyî û li dijî rêzêkin şer ên navneteweyî bi eşkere hatiye kirin û ev jî sûcekî eşkere ye.
FEDA, ji gelê Mexmûr û Êzdîxanê re sersaxî xwest û bang kir ku di serî de rewşenbîr, demokrat û şoreşger, hemû kes li dijî vê êrîş û sûcê li dijî gelê mezlûm pêk hatî, têkoşînê bilind bikin.