Faşîzma AKP'ê li Fransa û Swîsreyê hate şermezarkirin

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê li bajarên Marsîlya û Aîx-en-Provence yên Fransayê û li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê li bajarên Marsîlya û Aîx-en-Provence yên Fransayê û li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, polîtîkayên qirkirinê û zordariya li HDP'ê tê kirin hatin şermezarkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li Stasyona Trenê ya Lîestalê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên Swîsreyî di vê çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Es lebe Ocalan (Bijî Ocalan)' û 'Bijî HDP' qîriyan. Di çalakiyê de alên PKK, YPG/YPJ, HDP û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li vê derê belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û hat ragihandin, faşîzma AKP/Qesrê bi konsepta şerê taybet radibe. Hat destnîşankirin, ku AKP dixwaze bi zext û girtinê nasname û baweriyên cuda bêdeng bike û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hat kirin.

AÎX-EN-PROVENCE

Kurdistaniyênl i bajarê Aîx-en-Provence yê li başûrê Fransayê li hev civiyan, operasyonên li dijî vîna gel şermezar kirin.

Meclîsa Gel a Marîgnanê bi heman armancê saet di 19:30 de çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xist. Girseya gel bi qîrîna dirûşman lenet li faşîzmê anî.

Di çalakiyê de bang li demokratan hat kirin ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê jî, ciwanan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. Ciwanên Kurd ên Marsîlyayê danê êvarê rêya li kolana Canabîerê li trafîkê girtin û belavok li derdorê belav kirin.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û ji dewletên Ewropayê jî hat xwestin, bibin xwedî helwestekê.

Çalakiya ciwanan bi qîrîna dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qediya.