Faşîstên xwestin bikevin Tûzlûçayirê hatin paşdexistin

Bi hezaran nîjadperest bi dirûşma, "Em ne operasyonan, komkujiyê dixwazin" ketin Taxa Tûzlûçayirê û xwestin malan bişewitînin. Gelê taxê jî li dijî êrîşan parastina rewa pêş dixe.

Nîjadperest li her derê bi piştgiriya polîsan êrîşên lîncê pêk tînin. Bi hezaran nîjadperest bi dirûşma, "Em ne operasyonan, komkujiyê dixwazin" ketin Taxa Tûzlûçayirê û xwestin malan bişewitînin. Gelê taxê jî li dijî êrîşan parastina rewa pêş dixe.

 Li gelek bajarên Tirkiyeyê êrîşên nîjadperestan ên li ser gelê Kurd û avahiyên HDP'ê zêde bûn. Bi hezaran nîjadperest li hev kom bûn û bi dirûşma, "Em ne operasyonan, komkujiyê dixwazin" ketin nava Taxa Tûzlûçayirê. Li aliyê din barîkatên gel ên li dijî êrîşan didome. Nûnerên saziyên demokratîk li Kolana Abîdîn Aktaş û gelek kolanên din barîkat danîn û destûr nadin ku nîjadperest têkevin nava taxê. Ji 7 salî heta 70 salî tevlî barîkatê dibin û li dijî êrîşa nîjadperestan taxê diparêzin. Zarok, ciwan, kal û pîr bi kevir, dar û beran kolanan diparêzin û destûr nadin ku nîjadperest têkevin nava taxê.

Gelê ku li kolanan li dijî nîjadperestan di ber xwe dide jî bi dirûşman "Silav ji Cizirê re" li ber xwe didin.