Faşîstan vê carê li Erzîromê êrîş kirin

Bi nêzîkbûna hilbijartinê re êrîşên li dijî HDP û hilbijêrên wê zêde dibin. Li Erzîromê faşîstan alên HDP'ê dxistin û cama malên xwendekarên Kurd şikandin. Polîsên Tirk jî piştî bûyerê Xwendekarên Kurd kirin binçavan.

Li semta Telsîzler a navçeya Erzîrom Palandokenê, komek faşîst alên HDP'ê yên beriya 3 rojan hatibûn daliqandin daxist û bi xwendekarên Kurd ên li herêmê re pevçûn. Di bûyeran de 2 ji faşîstan birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Polîsên Tirk ên hatin cihê bûyerê 12 xwendekarên Kurd kirin binçavan. Faşîstan camên malên xwendekarên Kurd ên li herêmê şikandin û polîsan jî dest nedan koma faşîst.

Ji koma faşîst kesek nehat binçavkirin. Aloziya li herêmê heta derengiya şevê dewam kir. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û rojnameya Evrenselê xwestin dîmenê bûyerê bikişînin, lê belê polîsan bi gotina "Walîtiyê qedexe kir, hûn nikarin bikişînin" hatin astengkirin.

Xwedenarkên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Erzîromê, birin Qereqola Polîsan a Yenîşehîrê.