Faşîstan Navenda Giştî ya HDP'ê şewitandin - HAT NÛKIRIN

Komek ji 100 kesan êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir û avahiya ji 6 qatan dan ber agir. 3 xebatkarên partiyê jî li qatê herî jor ê avahiyê asê man.

Komek ji 100 kesan êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir û avahiya ji 6 qatan dan ber agir. 3 xebatkarên partiyê jî li qatê herî jor ê avahiyê asê man.

Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Kolana Buklum, rastî êrîşa faşîstan hat. Bi qasî 100 kesên saet di 21:00 de li ber avahiya partiyê kom bûn, bi qîrîna dirûşmeyan êrîşî avahiyê kirin. Tevî ku di dema êrîşê de 3 ekîbên polîsan amade bûn jî, êrîşkar ketin nava avahiya partiyê. 3 xebatkarên partiyê yên di dema êrîşê de li hundir bûn, derketin qatê 6'an ê avahiyê û hewl dan xwe ji êrîşê biparêzin.

Êrîşkarên ketin hundirê avahiya partiyê, avahî dan ber agir. Şewata li avahiyê dewam dike. Ji xebatkarên partiyê Ahmet Yavûz ê li avahiyê asê maye, ji weşana MedNûçe TV re peyivî û got, "Tevahiya rojê komên faşîst ên sivîl li ber avahiyê diçûn û dihatin. Li ser vê yekê hem rêveberên partiYê hem jî parlamenteran hişyarî dan polîsan, lê belê ti ji hişyariyan nehatin dîtin. Saet di 21:00 de êrîşkar careke din hatin ber avahiyê û dest bi qîrîna dirûşmeyan kirin. Me ev rewş ji polîsan re ragihandin, lê polîsan gotin, 'Tiştek nabe. Lê belê kengî êrîşek li hemberî hundirê avahiyê bê kirin, em ê dest lê werdin'. Piştre êrîşkar ketin hundirê avahiya partiyê û avahî dan ber agir. Şewat hînê negihaştiye me, lê her der di dûxanê hatiye girtin. Ji bo destwerdana li rewşê ti hewldanek nîne. Pêwîste gelê me niha bê vê derê. Tevî hemû hewldanên wekîlên me, çav li vê êrîşê hat girtin."

Wezîfedarê din ê partiyê yê li avahiyê asê maye Zulkuf Kûrt jî got, "Danê êvarê me polîs hişyar kirin. Me gotin ku divê bi hesas bin. Danê êvarê komên  sivîlan zêde bûn. Herî dawî polîsan pêşî li girseyê negirtin û êrîşî avahiya me kirin. Ketin hundir. Dema dan be agir, em neçar man derkevin banê avahiyê. Em nabînin ku destwerdanek li şewatê heye yan na. Kom hînê dirûşmeyan diqîre. Em dibînin ku polîs tiştekî nakin.

Bila dilê gelê me yê li Geverê li ber xwe dide rehet be. Ev rewş nikare bi me. Ev avahî ji bo aştiyê şensê dawî ye. Bişewitînin jî em ê dîsa çêbikin. Lê belê aştî şensê dawî ye.

Em dibînin ku faşîstên sivîl hînê li derdorê ne û polîs jî li wan temaşe dikin. Arkuj hatin, lê belê komên komên faşîst ên sivîl disekinin."