Êzidî wê ji Elmanyayê bimeşin heta Brukselê

Êzidiyên li Ewropayê dijîn, wê ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bimeşin heta paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê. Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, ji bo meşa ku wê sibe dest pê bike, banga tevlîbûnê kir.

Êzidiyên li Ewropayê dijîn, ji bo êrîşên PDK-AKP'ê yên li dijî Şengalê şermezar bikin, wê ber bi paytexta Ewropa Brukselê bimeşin. Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ji bo vê meşa dirêj a ku hefteyekê dewam bike, banga tevlîbûnê kir.

Meşa Êzidiyên li Ewropayê, wê di 20'ê Adarê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dest pê bike û di 27'ê Adarê de li paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê biqede.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, der barê vê meşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin û ev daxwaz hatin nivîsandin:

"Ji bo alozî hîn kûrtir nebe, pêwîste kom û çeteyên AKP-PDK'ê yên bûne sedema krîzê û li herêma Xanesorê bi cih bûne, di zûtirîn demê de ji herêmê bên vekişandin.

Çekên ku Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê bê kirina daye PDK'ê, divê bên kontrolkirin û destûr neyê dayîn ku li hemberî gelê me bê bikaranîn.

Daxwaza me ji hêzên navneteweyî ew e ku dest li vê rewşa aloz werdin û şandeyên serbixwe bişînin herêmê.

Civaka me ya Êzidî ji ber bawerî û çanda xwe ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo parastina çand û baweriya Êzidiyatiyê, pêwîste xelekek parastina navneteweyî bê avakirin.

Gefa li civaka Êzidî tê xwarin, di heman demê de li ser hemû pêkhate û çandên din ên Nînovayê heye. Lewma pêwîstî heye ku ji bo parastina çand, bawerî û nasnameyên Asûrî, Suryanî, Kakaî, Tirkmen, Şîa, Şebek û Ereb tedbîr werin girtin.

Biryara Parlamenta Ewropayê, ku di 27'ê Cotmeha 2016'an de xwest xweseriya Şengalê û deşta Nînovayê bê qebûlkirin, esas bê girtin û statuya Şengalê were naskirin.

Xeteriya li ser civaka Êzidî hê jî dewam dike. Lewma pêwîstî bi hêza xwe ya parastinê heye. Di vê çarçoveyê de pêwîste YBŞ û YJŞ weke hêzên parastina Şengalê bên naskirin."

PLANSAZIYA MEŞÊ

Meşa Êzidiyan wê 20'ê Adarê saet di 10:00 de li navnîşana Dusseldorf Platz des Landtags 1 li ber avahiya Parlamenta Eyaletê dest pê bike û di 27'ê Adarê de li Brukselê biqede. Nûnerên Êzidiyan wê li Brukselê bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtinê bikin û piştre mîtîngekê lidar bixin.