'Ez bi keça xwe serbilind im'

Gerîlayên HPG'ê Velîde Avras (Dîcle Ela), Berfîn Taşli (Sarîna Amed) û Mûstafa Guneş (Hebûn Amed) li Stenbolê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG'ê Velîde Avras (Dîcle Ela), Berfîn Taşli (Sarîna Amed) û Mûstafa Guneş (Hebûn Amed) ku 27'ê Cotmehê di şerekî dijî artêşa Tirk de şehîd bûn û ji fermandarên YJA Starê Hulya Eroglû (Delal Amed) ku li Bestayê şehîd bû, li Stenbolê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin bîranîn.

Tevî malbatên şehîdan, nûnerên HDP, Dayikên Aştiyê, DBP û gelek saziyan beşdarî merasîma bîranînê bûn. Li saloya bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan hatin daliqandin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, nameyên hevalên gerîlayan ên li girtîgehê ne, hatin xwendin.

Piştre nûnerên saziyan axivîn û xwestin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

DAYIK AVRAS: EZ BI KEÇA XWE SERBILIND IM

Dayika Velîde Avras (Dîcle Ela) li merasîmê axivî û got, "Bi çend gotinan êşa min nayê vegotin. Ev êşa ku dilê min dişewitîne, bi zimên nayê bilêvkirin. Lê belê tevî vê êşa xwe ya giran, ez bi helwest û sekna keça xwe ya ku serî netewand, serbilind im. Baş e ku keçeke min a mîna Dîcle hebû. Roniya çavên min ji bo gelê xwe şehîd bû, ev yek ji bo min serbilindî ye. Keça min ne şehîda destpêkê ya malbata me ye, lê hêvîdar im wê bibe şehîda dawî. Hêvîdar im nema xwînê birije û dilê dayikên din neşewite. Ji ber şehadeta keça min, ez serbilind im. Bila serê gelê me sax be. Şehîd namirin."