'Ewropa hevparê sûcê li Sûrê hatiye kirin e'
Parlamenterê SP ê Kantona Basel a Swîsreyê Mûstafa Atici bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li navçeya Amed Sûrê kir û got, Ewropa bi bêdengiya xwe ve bû hevparê vê polîtîkayê.
Parlamenterê SP ê Kantona Basel a Swîsreyê Mûstafa Atici bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li navçeya Amed Sûrê kir û got, Ewropa bi bêdengiya xwe ve bû hevparê vê polîtîkayê.
Parlamenterê SP ê Kantona Basel a Swîsreyê Mûstafa Atici bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li navçeya Amed Sûrê kir û got, Ewropa bi bêdengiya xwe ve bû hevparê vê polîtîkayê.
Di encama hewldana hunermenda Swîsreyî Anîna Jendreyko, çend roj berê Paralmenterê Federal ê Partiya Demokrat Xiristiyan a Swîsreyê Claûde Begle, Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst Laûrence Fehlmann Rîelle û Claûdîa Frîedle, Parlamentera Partiya Keskan Sîbel Arslan, Parlamenterê SP ê Kantona Baselê Mûstafa Atici, ji nûnerên mezintirîn sendîkaya karkeran a Swîsreyê UNIA Hansûelî Schêıdegger, rojnamevana serbixwe Anne-Lîse Hîlty û heyetek ji rojnamevanan, ji bo bûyerên li Sûrê qewimîn li cih lêkolîn bikin, li Amedê dest bi hevdîtinan kiribûn.
Heyetê, piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên 2 rojan vegeriya Swîsreyê û li ser rewşa li Kurdistanê raporek amade kir. Yek ji endamê vê hey etê Parlamenterê SP ê Kantona Baselê Mûstafa Atici ji ANF'ê re xivî.
'KONSEPTEKE TOPYEKÛN A TINEKIRINÊ LI SER GELÊ KURD TÊ FERZKIRIN'
Atici diyar kir, ji bo lêkolînkirina şer û bûyerên li Amedê qewimîne ew çûne û xwestine di vî warî de belgeyan bidin hev. Atici da xuyakirin, ku tişta wan li Sûrê dît, ew şoq kirine û gelekî pê êşiyan e. Parlamenter Atici ragihand, di nava 2 rojan de wan bi Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirine. Atici da zanîn, ew çûne Sûra bi sedan mirov lê hatin qetilkirin, lê lêkolîn kirin û bi mirovan re axivîne.
Atici bibîr xist, Erdogan ê nikarîbû xwe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê rabigire, li hemberî gelê Kurd ji nû ve şer daye destpêkirin û destnîşan kir, ya niha li herêmê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, konsepteke tinekirinê ya topyekûn e. Atici da zanîn, di lêkolîn û hevdîtinên wan de ev rastî bi awayekî vekirî derketiye holê û ragihand, bi destê tîmên taybet hewl hat dayîn gel û mîrateya çandî ya wî gelî bên tinekirin.
Atici işaret bi rewşa li Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn û Sûrê kir û got, "Navê rastiya li van herêman derket holê, 'plana tinekirina giştî ya gelê Kurd' e."
'UNESCO BI BERPIRSYARIYA XWE RANABE'
Parlamenter Mûstafa Atici da xuyakirin, tevî qetilkirina mirovan, hemû berhemên dîrokî yên divê ji aliyê UNESCO ve werin parastin jî hatine tinekirin û got, "UNESCO'yê li hemberî vê yekê ti helwest nîşan nedaye. Ev yek tiştekî bê qebûlkirin nîne. Mîna ku ewqas tiştên anîne serê Sûrê têrê nakin, niha jî hemû rêyên hiqûqî girtine û bi zorê malên mirovan tên desteserkirin. Tê xwestin, gel bi zorê koçber bibe."
MIROV NAXWAZIN AXA XWE BITERIKÎNIN, DIBÊJIN 'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Atici da zanîn, li hemberî polîtîkayên li ser tên ferzkirin, gelê Kurd gihaştiye asteke bilind a polîtîk û ragihand, li gorî çavdêriyên wan, gelê Kurd wê ti carî xaka xwe neterikîne û eger pêwîstî pê hebe, wê ji bo vê li ber xwe bide.
Atici diyar kir, weke heyetê ya ku wan li Sûrê dît, ne kêmî dîmenên rewşa piştî şerê duyemîn ê cîhanê bû û got, "Eger mirovê qala sûcê şer bike, ev dîmen nîşaneya vî sûcî ye. Li gorî rewşa min li Sûrê dît, dikarim bêjim ku pîvanên şer ên navneteweyî hatine binpêkirin. Mirov bi birîndarî hatine kuştin an jî li malên asê man e, bi bomberdûmanê hatin qetilkirin. Û ev rewş ji aliyê dewlekê ve li hemberî gelê xwe hatiye kirin."
'GIRTINA PARLAMENTERAN Û BICIHKIRINA QEYÛMAN LI ŞAREDARIYAN, WÊ BIBE FELAKETEK'
Atici got, "Ez naxwazim şerê li hemberî Kurdan bi tenê weke karekî şexsekî pênase bikim, ji ber ku sîstema li Tirkiyeyê li ser tinebûna gelê Kurd bi rê ve diçe" û anî ziman, hêzên demokratîk ên li welêt, bi bêdengiya xwe ya li hemberî vî şerê li ser gelê Kurd tê ferzkirin ve bûne hevparê vê polîtîkayê.
Atici da xuyakirin, ku rakirina destnedana parlamenteran û daxwaza bicihkirina qeyûman li şaredariyan wê rê li ber felaketeke mezin veke û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di hevdîtinên me de jî derket holê, ku eger ev were kirin, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê gelê Kurd li ber xwe bide." Atici destnîşan kir, Kurd yekane hêz e ku li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê diparêze û bi rê ve dibe.
'EWROPA BI BÊDENGIYA XWE VE DIBE HEVPARÊ VÎ SÛCÎ'
Parlamenter Mûstafa Atici da xuyakirin, ku mirovên li herêmê ji bêdengiya Ewropa û cîhanê gelekî aciz in û got, "Tevî ku bûyerê bi serê Kurdan de tê baş dibîne jî Ewropa helwestê nîşan nade û li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayeke durû dimeşîne. Divê Ewropa hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bibire."
Atici diyar kir, ji ber pêkanînên li hemberî gelê Kurd divê Tirkiye bi temamî were îzolekirin û da zanîn, Ewropa bi bêdengiya xwe ya heta roja îro ve bûye hevparê polîtîkayên şer ên li hemberî Kurdan. Atici got, "Eger sibe hin kes ji ber vî sûcê şer li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin, ji ber bêdengiya xwe dibe ku Ewropa jî li ser wê kursiya bersûcan rûniştî be. Rastiyên li herêmê derketine holê nîşan didin ku berpirsyar wê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên darizandin."