Ewropa 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê rabe ser piyan
Li Ewropayê 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê meş çêbibin. Hate gotin ku divê meş geş û gur bin. Di meşan de wê Berxwedana Serdemê were slavkirin û dewleta Tirk were şermezarkirin.
Li Ewropayê 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê meş çêbibin. Hate gotin ku divê meş geş û gur bin. Di meşan de wê Berxwedana Serdemê were slavkirin û dewleta Tirk were şermezarkirin.
Dîwana Seroktiyê ya KCDK-E’yê, Tevgera Ciwanên Ewropayê û Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê ji bo meşên navendî yên ji bo Efrînê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate destnîşankirin û Berxwedana Serdemê hate slavkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana Efrînê li Ewropa, Amerîkaya Latîn, li nav gelên Rojhilata Navîn bandoreke mezin çêkiriye û ji çar hêlên dinyayê piştgirî ji bo Efrînê tê nîşandan lê li gel vê jî hê jî êrîş nehatine astengkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin divê saziyên navnetewî û navendên çalak tevbigerin û bang hate kirin ku her kes bi rihekî seferberbûyî tevlî çalakiyan bibe: ‘’Roj ew roj e ku em qirkirina li dijî rûmet, azadî, mirovahî, ziman û Kurdan asten bikin’ û her wiha hate gotin heta serfiraziya Efrînê divê gel li Efrînê xwedî derkevin.
Bernameya meşên navendî wiha ye:
CIH Û SAET
ELMANYA - BERLÎN
Saet: 11:00
Cih: Alexanderplazt
HOLLANDA - ROTTERDAM
Saet: 14:30
Cih: Schouwburgplein Rotterdam
DANÎMARKA - KOPENHAG
Saet:13.00
Cih: Vesterbro Torv
INGÎLTERE - LONDRA
Saet: 13.00
Cih: Ber BBC
Portland Place London W1A 1AA
Stesyona trênê ya herî nêz Oxford Cîrcûs
BELÇÎKA - BRÛKSEL
Saet: 14.00
Cih: Place Poelaet 1,1000 Bruxelles
KANADA - TORONTO
Saet: 13.00
Cih: OISE auditorium 252 Bloor St. West ON Toronto
NORVEÇ - OSLO
Saet: 15:00
Cih: Ber parlamentoya Norwêçê
YEWNANÎSTAN – ATÎNA
Saet: 16:00
Cih: Meydana Akademiyê
AVÛSTÛRYA - GRAZ
Saet: 13:00
Cih: Hauptplatz
VIYANA
Saet: 15:00
Cih: Westbahnof
INNSBRÛCK
Saet: 16:00
Cih: Anasaule
SWÊD- STOCKHOLM
Saet:13.00
Cihê destpêkê : Norra Bantorget
Cihê qedandinê:Norrmalmstorg
GOTEBORG
Saet:13.00
Cihê destpêkê: Götaplatsen
MALMO
Saet: 14:00
Cihê destpêkê: Treangel
Cihê qedadinê Stortorget
FRANSA - PARÎS
Saet: 13:00
Cih: Place Republique
MARSÎLYA
Saet: 14:00
Cih: Place Canebiere
BORDEAÛX
Saet: 17.00
Cih: Ber Grande Theatreyê