Ev tirs wê faşîzmê biqedîne!
Endamê konseya rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de anî got, ‘Ev tirs wê dawî li faşîzmê bîne…
Endamê konseya rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de anî got, ‘Ev tirs wê dawî li faşîzmê bîne…
Destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Faşîzmê bi tirsa ku wê gel piştgirî bide Dayikên şemiyê êrîşî dayikan kir. Di vê bûyerê de jî baş hate dîtin ka desthilata AKP’ê û Tayîp Erdogan çiqas xwedî xisleteke faşîst in.
Li Tirkiyê di têkoşîna mafê mirovan de cihê dayikan, cihê jinan zêde ye. Dîdar Şensoy û Leman Firtina di mijara mafê mirovan de xwedî cihekî girîng in. Li hemberî zilm, êşkence û komkujiyan herî zêde dilê dayikan û wijdana jinê dibe xwedî helwest. Li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê destpêkê dayikan li ber xwe dabû. Cara destpêkê dayik û jinan piştgirî dabûn zarokên xwe yên di zindanê de. Dayikên Şemiyê jî bûne sembola vê têkoşîna jinan. Dibe ku ev 700 hefte ne li qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Lê belê beriya salên 1995’an jî di mijara têkoşîna mafê mirovan de her tim li pêş sekinîn. Weke wijdana têkoşîna li dijî faşîzmê ev têkoşîn heta îro domandin.
Yên ku destpêkê ji têkoşîna mafê mirovan re pêşengî kirî dayik, bav, xwişk û birayên girtiyan bûn. Piştî salên 1990’î xizmên windayan ev pêşengî kirin. Komalaya Mafê Mirovan û komalaya xizmên windayan ji bo ku winda bên dîtin û sûcdar bên darizandin kedeke bêhempa dan. Bi vê helwesta xwe her tim rastiya faşîzma tirkiyê anîn bîra civakê. Pêkanînên faşîzane nedan jibîrkirin, li bîra civakê kolan. Gotina, ‘jibîkirin xiyanet e’ sûcên faşîzmê nedan jibîrkirin. Bi vê helwesta xwe deriyê xiyanetê kîlit kirin. Heke îro hê jî têkoşîna li hemberî faşîzmê tê meşandin, ev tekîşon bi nebesiyên xwe ve lê bê navber didome, di vê de rista Dayikên Şemiyê mezin e.
Divê bi nêzikatiya ‘şêwaza çalakiya Dayikên Şemiyê nerm e’ biçûk neyê dîtin. Di têkoşînê de hêza herî sereke rewabûn û nirxên moralê ne. Diyarkera sereke ya têkoşînê dibe serkeftinê ev yek e. yên ku di vê mijarê de bi hêz bin bi ser dikevin; yên ku nirxên wan ên moralê û rewabûna wan tuneyî winda dikin. Lewam di têkoşîna li dijî faşîzmê de roleke berbiçav a Dayikên Şemiyê çêbûye. Tu hêz nikarin li pêşberî wijdan û exlaq bisekinin. Nexasim heke nûnerê vê wijdan û exlaqî dayik bin, ne hêsan e ku tu kes li pêşberî vê bisekine û bi ser bikeve. Lewre em dibêjin ku wê temenê desthilatiya AKP’ê a ku êrîşî Dayikên Şemiyê dike wê dirêj nebe.
Di hefteya 700. de qedexekirina çalakiya dayikan, tirsa faşîzmê datîne holê. Hemû faşîst tim bi tirsê re dijîn. Heke faşîzmê êrîş li ser dayikên ku hefteya 700. de li qada Galatasarayê rûnişî, kiribe, sedema wê tirsa faşîzmê ya têkçûnê ye. Ji bo wê ji çalakiya xwendekarên zanîngeha Bogazîçî ya masûmane jî tirsiyane. Ji daxuyaniya akademîsyenan tirsiyane. Dibe ku ev ne çalakiyên radîkal bin, lê belê di pêkanîna wijdana civakê de û xistina wê ya tevgerê de bi bandor bûne. Lewre ji çalakiya dayikan, a xwendekar û akademîsyenan tirsiyane.
Hinceta êrîşê dîsa PKK hatibû nîşandan! Dîsa yên herî zêde ji windahiyan, kuştinên kiryarên wan nediyar herî zêde Kurd bibandor bûne, ji xwe wê li van çalakiyan xwedî derbikeve. Tiştekî ji vê xwezayî tir tine ye. Di demeke li her derê êrîş li ser Kurdan tê kirin de, dema ku zext û çewistandin li ser tê kirin, tevlîbûna Kurdan a ji bo çalakiyekî wiha hatiye astengkirin. Dema tê gotina PKK û terorîzim, dayikên Kurd, bav û dapîrên wan, dîsa ciwanên ku li hestiyên wan tê gerandin tên bîra mirov. Li aliyê din Dayikên Şemiyê platformekî têkoşînê ya gelên Tirkiye bi gelê Kurd re ye. Di kesayeta Dayikên Şemiyê de mekanê ku têkoşîna hevpar a biratiya gelan a li Qada Galatasarayê hêvên girtiye.Di vî warî de platforma têkoşîna hevpar a biratiya gelan a di hefteya 700’î de bi hatina bahev ya gelan ew tirsandine. Eger ku biketina ferqa wê tevlîbûnek kêm û lewaz be, wê helwestekî wiha raber nekira. Lê fêda tirsê ji bo ecelê nîne. Av wê bi herike rêya xwe bibîne.
Dayikên Şemiyê hafizeya zilmê û têkoşînê ye. Di vî warî de têkoşîna dayikan weke duh û îro jî hêzekî mezin ya têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Ji xwe eger têkoşînek wijdana gel nerake û hêrsa wê nîşan nede serkeftî nabe. Nuqteya kilît, şifre û aştiyê ya têkoşînê bingehê wê ev e. Yên vê fam nekin, wijdana civakê ranekin ser lingan û hêrsa wê nedin nîşandan wê têkoşîna wan a li dijî faşîzmê û hêzên desthilatdar serkeftî nebe. Di têkoşîna şoreşê de qala rola mezin a wêje û hunerê bê kirin. Ji ber vê şoreşê di warê wêje û hunerê de hene hê zêde tir serketî ne. Bê şik û gûman dema ku rola wêjeyê mezin be, rolê din jî azadî, demokrasî û rêgezên jiyanê jî mezin e. Dayikên Aştiyê bi aliyekî xwe huner û bi aliyê xwe yê din wêje ye. Ji xwe yê herî zêde piştevaniyê bide Dayikên Aştiyê hunermend û wêjevan in. Çîroka jiyana her yek ji wan her yekê romaneke ku hunermendan eleqedar dike ye. Jiyana Dayikên Aştiyê wijdana hunermendan jî radike ser lingan. Huner û wêje ji bo civakê çiqas bi wate û girîng be, bi rêya Dayikên Aştiyê carekî din tê hîskirin.
Êrîşkirina li ser Dayikên Şemiyê rastiya Tirkiyeyê bi her alî ve raxistiye ber çavan. Carekî din radixe berçavan bê ka çiqas pêwîstî bi têkoşîna hêzên demokrasî yên antî-faşîst û yekîtiyê heye. Encama herî girîng a em ji êrîşa li ser Dayikên Atşiyê fam bikin ev e. Heta ku yekîtiya hêzên demokrasî pêk neyê, têkoşîneke hevpar neyê kirin, ti wateya nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Dayikên Aaştiyê nîne.Ev êrîş êrîşa faşîzmê ye. Di vê rewşê de eger têkoşîna antî-faşîzim bi rêxistin nebe, wê kengê bi rêxistin bibe.
Çalakiya 700’î ya Dayikên Aştiyê her kes anî ba hev. Banga di hefteya 700’î de, banga têkoşîna hevpar a li dijî faşîmê bû.Êrîşa faşîzma AKP’ê, kir ku ev bang hê bi lezgîntir û bi watetir be. Wê demê divê hemû hêzên demokrastiyê li gorî banga dayikan a bûye wijdana civakê tevger bike.