Ev navnîşanên li Konyayê yên ji nava notên DAIŞ'ê derketin, yên kê ne?
Li ser hebûna rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) di nava DAIŞ'ê de, agahiyên nû derketin holê. Notên bi Tirkî yên ji nava belgeyên ketin destê YPG û QSD'ê derketin holê, têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk piştrast dikin.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
GIRÊ SPÎ / ANF
duşem, 28 adarê 2016, 11:09
Li ser hebûna rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) di nava DAIŞ'ê de, agahiyên nû derketin holê. Notên bi Tirkî yên ji nava belgeyên ketin destê YPG û QSD'ê derketin holê, têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk piştrast dikin.
Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 10'ê Adara 2015'an ên li hemberî Til Xenzîr, Girê Spî û Kobanê de, ketibû rojevê ku leşkerên Tirk alîkarî dane çeteyan û bi xwe di nava êrîşan de cih girtine. Nota ji Ebû Meryem re hatiye nivîsandin û ser wê hatiye xêzkirin, vê îdîayê piştrast dike. Di notê de tê gotin, "Keko em bikevin nava wan, wan bikujin û vekişin."
RÊ Û RÊBAZÊN HÎNBÛNA TIRKÎ
Ji notên çeteyan ên li biryargehên DAIŞ'ê yên Hol, Şedadê, Kizwanan û Girê Spî ji aliyê YPG û QSD'ê ve hatin bidestxistin, sewqiyat û îdareya di navbera MÎT a Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de tê fêmkirin. Di van notan de derdikeve holê ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji welatên cuda yên cîhanê hatine û bi alîkariya dewleta Tirk tevlî DAIŞ'ê bûne, dersên hînbûna bi zimanê Tirkî dîtine. Ev yek jî radixe pêş çavan bê MÎT a Tirk çiqasî li ser DAIŞ'ê serdest e.
Di nava van notan de her wiha nivîsên di navbera payebilindên li biryargehan, perwerdeya li ser çek û bikaranîna teqemeniyan, alîkariya destpêkê û bidesxistin û bikaranîna madeyên kîmyewî hene.
REÇETEYÊN NEXWEŞXANEYEN TIRK
Her wiha reçeteyên Nexweşxanaya Nexweşiyên Zarokan a Amedê ya Sekreteriya Yekîtiya Xizmetên Cemaweriyê ya Amedê, ku ser bi Saziya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ye û amblema Kizilay a Tirk li ser e, hatin dîtin. Ev reçete bi zimanên Erebî û Tirkî hatine amadekirin.
Tevî teqemeniyan, notên li ser danasîna molotof kokteylan jî hene. Bandora teqemeniyan û hişyariya 'Baldar be, şaşîtiya tu bike dibe ku şaşîtiya dawî be" bi Tirkî hatiye nivîsandin.
'BEJNA JINÊN PKK'YÎ'
Ji van notan tê fêmkirin, ku tevî çekên giştî li ser çekên ferdî û giran perwerdeya berfireh hatiye dayîn. Bi taybetî kleş, karnas, M16, BKC, B7 hatine nirxandin. Di perwerdeya taybet a li ser çeka sekvaniyê de, li textê nîşangirtinê, bejna jina PKK'yî weke pîvan tê nîşandan. Di van notan de mînak tê dayîn û tê gotin, "Bejna jineke PKK'yî 1.52 ye, mesafe jî 700 metre ye."
PSÎKOLOJIYA ÇETEYAN NEBAŞ E, KOMANDOYÊN ÎNTIXARÎ DIREVIN
Ji van notan her wiha tê fêmkirin ku çete di nava xwe de li hev nakin, ji ber bi serê xwe tevdigerin, dîsîplînek wan nîne. Bi taybetî li Şedadê dema dibetiya pêngav û operasyona hêzên QSD'ê ket rojevê, ji notan tê fêmkirin ku çete ketine nava tirs û xofê. Tê gotin, destûr hatine rakirin û yên derketine destûrê jî bêyî bibe şev, divê vegerin cihê xwe.
Di belgeya 25.10.2015 de ji bo yên naxebitin û reviyan e wiha tê gotin: "Ebû Hacer 20 rojan nexebitî. Civata Ûbû vat ev 10 roj in naxebite, ji 25.10.2015 û vir ve. Mûhamed Şaşanî derew kir, reviya, çû navêt. Amcet û Ebû Abdurrahman. Ebû Yasîn got wê çalakiya întixarî bike, çû lê di rê de vegeriya."
NAVÊN DI RÊVEBERIYÊ DE Û ALA TIRK
Noteke din a balkêş li ser cihê wezîfeyê yê emîran e. Xuya ye ev not ji aliyê lîderekî çeteyan ê payebilind ve hatiye nivîsandin. Di vê lênûsê de wezîfedarkirinên rêveberiyên Fav, Reqqa, Mûsil û Gîzeyle dinivîsîne.
Li gorî notên di lênûsê de; di rêveberiya Fav de Ebû Osman, Ebû Mûsemme, di rêveberiya Mûsil; Reqqa de E. Katade, E. Kûteybe, E. Hamza Semawî; Mûsil E. Hasan Sebavî hene. Di rêveberiya Gîzyele de E. Kaîl Yemenî, E. Mihemed Teffanî, E. Bekir Îsmaîlî heye.
Di nava notên Tirk ên DAIŞ'ê de ku ala Tirk jî di nav de heye, bi sedan belge tên dîtin.
SAZIYA KAR Û XEBATÊ YA KONYA Û EV NAVNÎŞANA BI DAIŞ'Ê VE TÊKILDAR IN?
Çete, tevî gera bi serbestî li metropolên Tirkiyeyê, hemû pêdiviyên xwe yekser werdigirtin. Hemû sîparîşên DAIŞ'ê bi mohra Midûriyeta Saziya Kar û Xebatê ya Konyayê hatin wergirtin. Ev yek jî danûstandina navbear çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk bi zelalî radixe pêş çavan.
Ev navnîşanên ser bi Midûriyeta Kar û Xebatê ya Konyayê, ku ji nava notan derketine, hêjayî lêkolînkirinê ne. Têkiliya Akdenîz Can ve Efendîogûllari û Aktîfler Gida (Mûstafa Can) a bi DAIŞ'ê re tê meraqkirin.
Hin ji adresên din ên ji nava notên çeteyan hatine bidestxistin bi vî rengî ne:
"Akdeniz Can, Tel, 444 1080, Adres; Fevzi Çakmak Mah. Busen org. sanayi bölgesi, Kezban Cad. No 29.
Efendioğulları, Emre Bütün, Tel: 3204225.
Aslım Ağaç İşleri sanayi, Adres. Hasi Yusuf Mescid Mah., Zeytinci Sok., No: 42/G, 05492505099 (Mustafa Can),