Ev 757 car in nahêlin parêzer Ocalan bibînin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûne Imraliyê û ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 757’an serî li dozgeriyê dan. Serlêdana parêzeran dîsa hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûne Imraliyê û ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 757’an serî li dozgeriyê dan. Serlêdana parêzeran dîsa hate redkirin.
Parêzer Faîk Ozgur Erol, Ibrahîm Bilmez û Muharrem Şahîn ji bo ku miwekîlê xwe Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Dozgeriyê weke 756 carên beriya niha kirî, dîsa bersiva neyênî da. Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin Ocalan bibînin. Beriya niha bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’, ‘koster xirabe ye’ , ‘koster li ber tamîrê ye’ nedihiştin parêzer Ocalan bibînin, ji 2016’an ve jî hinceta ‘Rewşa Awarte’ li van hincetan hatiye zêdekirin.