EUTCC ji Ocalan û Erdogan re name şand
EUTCC ji Ocalan û Erdogan re name şand
EUTCC ji Ocalan û Erdogan re name şand
Komîsyona Welatiyan a Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re şand ku ji bo Konferansa 10. a Navneteweyî ya Kurd nameyê bişînin.
10. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya bi sernavê "Tikriye, Kurd û Pêvajoya Aştiyê ya Îmraliyê: Firsendeke Dîrokî" wê di 4-5'ê Kanûnê de li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin. Di nameya bi vê wesîleyê de bang li Ocalan û Erdogan hat kirin "ku pêvajoya aştiyê ji nû ve zindî bikin."
Di konferansa ku hikûmeta Tirk jî hat vexwendin de, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de wê nîqaş were kirin ku hevdîtinên li Îmraliyê veguherin muzakereyan.
Li gorî agahiyên gihaştin ber destê me Seroka EUTCC Karîane Westrheîm û Sekreterê Giştî yê EUTCC Mîchael Gunter ji Ocalan û Erdogan re name şandin, silav li hevdîtinên li Îmraliyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kirin û destnîşan kirin ku ji bo rêveçûna vê pêvajoyê ew di nava hewldanan de ne.
Di nameyê de hat ragihandin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ancax bi diyalogê dibe û hat gotin, "Ji ber ku di asta heyî de pêvajo bi xetimînekê re rû bi rû ye, em xemgîn in."
Di dewama nameyê de hat ragihandin ku EUTCC ji dema avabûna xwe û vir ve bûye platformek nîqaşê ji bo pirsgirêka Kurd û hat gotin, "EUTCC di wê baweriyê de ye ku endametiya Tirkiyê bo Yekitiya Ewropayê, dê feydê li çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd bike. Di wê baweriyê de ne ku çareseriyeke bi vî rengî jî ancax bi diyalog aliyan dibe."
Di nameya bi mora Karîane Westrheîm û Mîchael Gunter de tê destnîşankirin ku pêşeroja pêvajoya aştiyê bi Ocalan û Erdogan ve girêdayî ye û tê xwestin ku hevdîtinên navbera dewleta Tirk û PKK'ê bi aştiyê bi encam bibe.
Di nameyê de wiha hat gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku hemû hewldanên giranbuha yên ji bo pêvajoyê divê ji bo çareseriya pirsgirêkê ya li nava sînorên heyî û li ser bingeha demokrasiya pêşverû bên meşandin. Bi vê wesîleyê em ji we rîca dikin, ku ji bo pêşkêşî konferansa me were kirin, mesajek li ser nîqaşên hûn dimeşînin, asta heyî ya muzakereyan û bendewariyên xwe, ji me re bişînin."
DÊ 200 KES BEŞDARÎ KONFERANSÊ BIBIN
Konferansa ku li ser banga xwediyê xelata Nobelê Şîrîn Ebadî, Destmond Tûtû, Parlamentera Amedê Leyla Zana, Prof. Dr. Noam Chomsky, nivîskar Yaşar Kemal û Vedat Turkalî û Qasida Niyeta Baş a Konseya Ewropayê Bîanca Jagger ve tê lidarxistin, ji aliyê EUTCC û Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (GUE/ENG) ve tê organîzekirin.
Di konferansê de wê hevdîtinên aştiyê yên li Îrlanda, Bask, Kolombiya û welatên xwedî pirsgirêk werin nirxandin. Li gel akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan çav li rê ye nêzî 200 kes beşdar bibin.
Di konferansa li Brukselê de wê ji Konseya Têkiliyên Derve ya DYE akademîsyen Davîd L. Phîllîps, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, ji Heyeta Mirovên Aqilmend Huseyîn Yayman, Nûnera Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (NRW) ya TirkiYê Emma Sînclaîr, ji Enstîtuya Elmanya ya Karên Ewlekariyê ya Navneteweyî Dr. Gunter Seûfert, ji KOma Krîzê ya Navneteweyî Hûgh Pope, parlamenterên li Parlamenta Ewropayê xwedî kom in, ji Tirkiyê rojnamevan Hasan Cemal û Amberîn Zaman jî dê amade bin.