Eşrîfe û Şêxmequst dîsa hatin topbarankirin: 4 zarok mirin
Eşrîfe û Şêxmequst dîsa hatin topbarankirin: 4 zarok mirin
Eşrîfe û Şêxmequst dîsa hatin topbarankirin: 4 zarok mirin
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê 2 topên hawanê li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsut ku piranî welatiyên kurd lê dijîn ketin. Di encama topbaranê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da, 3 ji wan zarok 10 welatî jî birîndar bûn.
Êrîşên li hemberî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud ku piranî welatiyên kurd û koçberên ji taxên din hatine lê dimînin didomin. Di saetên piştînîvro de 2 topên hawanê li herdu taxan ketin. Di encama topbaranê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û 3 ji wan zarok 10 welatî jî birîndar bûn.
Ji zarokên jiyana xwe ji dest dane navên ên ku hatine hînbûn wiha ne: Suzan Dido ya 12 salî ji gundê Korda yê Efrînê, Şiyar Ebdulqadirê 4 salî, ji gundê Dekmadoş ê Efrînê. Hate ragihandin ku herdu zarokên din jî yek 9 mehî ye, lê nasname nehatiye diyarkirin û yek jî, ji ber ku bedewa wê perçe bûye nehatiye nasîn.
Ji welatiyên birîndar navên kesên hatine hînbûn jî wiha ne: Ronî Miho yê 13 salî, Fîdan Bilal a 13 salî, Riyad Zerzur ê 14 salî yê ji navçeya Meeret El Numan a girêdayî Hemayê, Fatma Urabî ya 40 salî ya ji Meeret El Numanê.