ESP: Ji darbeyê re Na, ji Yuksek re azadî
ESP'ê binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek weke dewama darbeya Qesrê bi nav kir û diyar kir, ew piştgiriyê didin Yuksek û DBP'ê.
ESP'ê binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek weke dewama darbeya Qesrê bi nav kir û diyar kir, ew piştgiriyê didin Yuksek û DBP'ê.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek weke "darbe"yê pênase kir û xwest Yuksek serbest bê berdan.
ESP'ê di daxuyaniya xwe de binçavkirina Yuksek, di serî de li hemberî gelê Kurd, li dijî hemû gelan weke êrîşekî nirxand û ev tişt got: "Ev êrîş dîsa dewama pêleke faşîzmê ya li dijî hêzên azad û aştîxwaz e. Sedema binçavkirina Kamûran Yuksek a ji ber axaftinên wî, dide nîşan ku hemû rêgezên hiqûqê hatine binpêkirin."
ESP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê derhal Yuksek serbest bê berdan û bang li hêzên demorkasiyê jî kir ku di bin sîwana azadî û aştiyê de yekitiya xwe ava bikin têkoşînê bidin meşandin.