Esnafên li Stockholmê destek dan Efrînê

Xwediyên restoranteke li taxa Sollentuna ya Stockholmê ragihandin ku wê beşek ji hatineyên xwe yên duh ji bo piştgiriya gelê Efrînê bide Roja Sor ku saziya alîkariya însanî ye.

Beriya maça destpêkê ya tîma Dalkurd a li Lîga Super, li ser medya civakî bangeke hate kirin. Bi sedan Kurdistaniyan guh dane vê bangê û danê nîvro hatin restorantê.

Yek ji xwediyên restorantê Dilo Dûrak li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku ji bo destekê bidin gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê koçber bû, wan bangeke wiha kirine.

Dûrak da xuyakirin ku Erdogan ji bo destketiyên gelê Kurd ji holê rake Efrîn dagir kiriye û got, "Li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk divê her kes tiştekî bike. Ji ber ku min nikarîbû dest ji restorantê berde û tevlî meş û xwepêşandanan bibim, min jî xwest desteka madî bidim. Bang li mirovan dikim ku bi desteka madî piştgiriyê bidin gelê Efrînê."

Dûrak anî ziman ku ew kêfxweş e, ji ber ku banga wan ji bo Efrînê kiribû gelekî bal kişand û wiha dewam kir: "Tevî Kurdan, gelek Swêdî û koçberên ji gelek welatên cuda hatin vê derê. Em ê 40 kronê her xwarinê û 10 kronê her vexwarinê bidin Roja Sor."

Dûrak ev bang kir: "Li Efrînê komkujî tên kirin û gelê me ji cih û warê xwe hate derxistin. Mîna her Kurdî me nikarîbû tenê li vê rewşê temaşe bikira. Divê em beşek ji hatineyên xwe ji bo gelê xwe yê li Efrînê bi kar bînin."

Kurdistanî û dostên wan ên li vê restorantê xwarin xwarin, piştre ji bo destekê bidin Dalkurdê li trenê siwar bûn û çûn stadyûmê.

Gelek Swêdî û koçberan jî guh dan bangawaziyê û li restorantê xwarin xwarin.