Li semta Kadîfakale ya li navçeya Konak a Îzmîrê Mehmet Şerîf Coşkûn (25) ê esnaf ku 13’ê Mijdarê Tîmên Polîsan ên bi Motorsîkletê (Yûnûs) dewriye diavêtin lêxistin. Tedawiya Coşkûn ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê didome, malbat û xizmên wî di derbarê polîsan de gilî kirin.
Ji şahidên bûyerê Mahsûm Oztekîn, wiha anî ziman: “Hevalê min Şerîf 25 salî ye. Ji zarokatiya xwe ve li Kadîfekaleyê dijî. Li gel malbata xwe karê esnaftiyê dike. Roja Înê li ber dikana xwe bû. Ji bo wesayîta xwe park bike derketibû. Di wê gavê de polîsên yûnûs hatin û gotin dixwazin GBT bikin. Şerîf jî got, ‘ka ez wesayîtê park bikin, hûnê bikin.’ 6 polîsan bêyî ku tiştek bibe, Şerîf ji wesayîtê anîn xwarê û lêxistin. Dema dirê jbû erdê jî qaza îsotê berdanê û bi lingan lêxistin. Di dema bûyerê de qelebalix çêbû, me xwest ku em tundiya polîsan rawestînin. Lê belê li dijî me jî tundî bi kar anîn. Telefona hevalê min ku ev hemû tiştên qewîmî ku qeyt kirî ji destî girtin û dîmen reş kirin. Piştre min çend deqîqeyan vîdeo girt. Xwestin ku vê jî reş bikin lê min telefona xwe neda wan.”