Eşkere bû, ku polîsekî Awûstûryayî sîxurê çeteya Tirk e

Li Awûstûryayê, polîsekî ku sîxurî ji çeteya Tirk a bi navê 'Osmanen Germanîa' re dikir, bi 9 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Hat tespîtkirin ku polîsê navborî belgeyên veşartî daye vê koma çete.

Çeteya bi navê "Osmanen Germanîa", di dema dawî de li Elmanya, Hollanda, Awûstûrya û gelek welatên din ên Ewropayê, bi navê 'kulûba boksê' xwe bi rêxistin dike. Lêpirsîna polîsan a li dijî vê koma çete dewam dike. Lê belê, derket holê ku li Awûstûryayê belgeyên di lêpirsîna polîsan de hatine bidestxistin ketine destê endamên vê çeteyê.

Eşkere bû, polîsekî 31 salî yê li Viyanayê wezîfedar e, agahiyên veşartî yên li ser çeteya "Osmanen Germanîa" hatine amadekirin, daye birayê hevsera xwe ku endamê vê çeteyê ye. Ev polîsê navborî duh li Viyanayê derket pêşberî dadger û ji ber sûcê "wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye" 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Lê belê, ji ber ku cezayê girtîgehê kêmî salekê ye, ev polîs ji wezîfeyê nehate girtin. Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Emniyetê wê biryarê bide bê ev polîsê sîxur wezîfeya xwe bidomîne yan na.

Polîsê sîxur li dadgehê ev îfade da: "Li gorî min, Osmanen Germanîa li Awûstûryayê komeke krîmînal nîne. Min tenê xwest birayê hevsera xwe biparêzim." Lê belê dadger ji polîsê sîxur re got, "Lê belê we ji birayê hevsera xwe re gotine, ku li telefonên endamên komê tê guhdarîkirin" û mudaxleyî polîsê sîxur kir.

POLÎSÊ ELMAN AVÊTIBÛ SER MALÊN ENDAMÊN ÇETEYÊ

Mijdara par, bi fermana Dozgeriya Darmstadtê ya Elmanyayê û bi pêşengiya Daîreya Krîmînal a Eyaleta Hessenê, li gelek bajaran polîsan avêtibûn ser cih û malên endamên çeteya Osmanen Germanîa. Di dema serdegirtinê de gelek madeyên narkotîkê û çek hatibûn dîtin û gelek endamên vê çeteyê hatibûn binçavkirin.

Yekîneyên ewlekariyê yên Elman pê bawer in ku ev çeteya nêzî rejîma AKP'ê ye, ji aliyê MÎT'ê ve tê organîzekirin. Rayedarekî polîsan roja 9'ê Mijdara 2016'an ji çapemeniya Elman re axivî û diyar kir, ku li gorî agahiyên li ber destê wan Osmanen Germanîa bi îstîxbarata Tirk re di nava têkiliyê de ye û çekên bi wan re hatine girtin, dibe ku li dijî Kurdên li Elmanyayê bi kar baniya.