Esad ji hilbijartinên pêşwext ên serokdewletiyê re 'amade' ye
Li Sûriyeyê, agahiyên li ser binpêkirina agirbestê zêde bûn. Lîderê rejîmê Esad jî diyar kir, ku ew dikarin hilbijartinên pêşwext ên serokdewletiyê lidar bixin.
Li Sûriyeyê, agahiyên li ser binpêkirina agirbestê zêde bûn. Lîderê rejîmê Esad jî diyar kir, ku ew dikarin hilbijartinên pêşwext ên serokdewletiyê lidar bixin.
Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad ji ajansa Rîa-Novostî ya Rûsyayê re axivî û da xuyakirin, ku pêşnûmeya berê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû qebûlkirin, dikare bi cih were anîn.
Esad ku dema wî ya 'wesîfeyê' normal sala 2021'ê de diqede got, "Ji bo hilbijartinê pêşwext ên serokatiyê, daxwaza gel heye? Egere hebe, ev ji bo min ne pirsgirêk e." Lê belê Esad ji bo hilbijartineke gengaz a pêşwext, demek diyar nekir.
Li gorî pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî par li ser li hev kiribû, hilbijartinên serokdewletiyê û parlamentê yên li Sûriyeyê di nava 18 mehan de bihata lidarxistin. Hilbijartinên parlamentê jî wê di 13'ê Nîsanê de bê pêkanîn.
Agirbesta li Sûriyeyê ya di 27'ê Sibatê de ket meriyetê û ji bo çeteyên DAIŞ û El Nûsra derbas nabe, heta roja îro bi sedan caran hat binpêkirin. Hin komên ku weke 'Îslama nerm' tên binavkirin, tevî çeteyên El Nûsra êrîşî taxa Kurdan a Helebê Şêxmeqsûd dikin.
Di heman demê de hêzên rejîmê û komên weke 'mûxalîf' xwe bi nav dikin, êrîşî herêmên sivîlan dikin.