Esad Îsraîl hişyar kir

Esad Îsraîl hişyar kir

Serok Komarê Sûriyeyê Beşar Esad dewleta Îsraîl şiyar kir û diyarkir ku, ger Îsraîl êrîşek hewayî pêk bîne ew dê bersivê bide.

Serok Komarê Sûriyeyê Beşar Esad ji televîzyona El Manar ya li Lubnanê weşanê dike û nêzî Hizbûlahê tê zanîn axivî û da zanîn ku, ji bo li dijî Îsraîlê li Girên Golan şer bidin destpêkirin “zexta gel” heye.

Serok Komarê Sûriyeyê di hevpeyvîna li gel televîzyonê destnîşan kir ku, dibe ji welatê Rûsyayê sîstema parastina hewayê S-300 anî bin jî.

Beriya vê Îsraîlê ragihandibû ku, fuzeyên parastina hewayê yên Rûsyayê li dijî welatê wan gefekî mezine.

Esad di derbarê civîna li Cenewreyê jî aşkera kir ku, eger pêş şertek neyê ferz kirin rayedarên hikumetê dê tevlî konferansa ji bo Sûriyeyê aştî ya bipiştgiriya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û Rûsyayê ve tê amade kirin bibin.

Girên Golan ku stratejîkin Îsraîlê di sala 1967’an de dagir kiribûn û ev herêm di sala 1981’an de berdabûn ser xaka xwe.