Ermenan qurbaniyên şer bi bîr anîn

Gelê Ermen, leşker û mirovên xwe yên sivîl ên ji ber şerê Azerbaycan û dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna leşker û sivîlên Ermen ên ji ber êrişên Azerbaycanê û çeteyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, doh êvarê li paytext Erîvanê merasîmeke bîranînê hebû.

Merasîm bi beşdariyeke girseyî li meydana Hraparakê pêk hat.

Girseya gel ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane find vêxistin.

Ji beşdarên bîranînê Cûyleta Xaratiyan bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî şer û diyar kir ku ew bi ciwanên xwe, bi gelê xwe bawer in, lewma wê bi ser bikevin.

Sergisyan Sargis jî diyar kir ku di nava sed salî de tiştek di zîhniyeta dewleta Tirk de nehatiye guhertin û hîn jî ji bo qirkirina Ermenan êriş dike.

Sargis her wiha hişyariyek da Rûsyayê û diyar kir ku eger dewleta Tirk bikeve Kafkasyayê wê şer li tevahiya herêmê belav bibe û ev yek jî wê dawî li serweriya Rûsyayê bîne.

Qisekeran bang li hêzên navneteweyî kir ku li pêşberî êrişkariya dewleta Tirk bêdeng nemînin.