Kurdistaniyên ku li Belçîkayê jiyan dikin bi armanca protesto kirina êrîşa 16’ê Çileyê êrîşa li dijî Komeleya Çanda Kurdan ya Genkê ya li bajarê Genkê, çalakiyekê pêk bînin. Çalakiya ku îro di demjimêr 15.00’an de li ber Îstasyona Genkê destpê bike, çav lê ye Kurdistaniyên li Belçîka û derdorê wê jiyan dikin tevlî bibin.
Serokê Komeleya Çanda Kurdan ya Genkê di derbarê çalakî û êrîşa li dijî komeleyê agahî dan û da diyarkirin ku, êrîşa 16’ê Çileyê hate kirin bi bombeyê hate pêkanîn. Serokê Komeleyê aşkera kir ku, polîsên Belçîkî gotine zirara ku rûdaye ne ji molotofê ji bombeyê rû daye. Serokê Komeleyê destnîşan kir ku, “Bombeyekî gelek giran bikaranîne, ji ber vê çendê dîwarên komeleya me jî zirar dîtine.”
Rêveberên Komeleya Çanda Kurdan ya Genkê banga tevlîbûnekî xurt ya meşa ku dê îro di demjimêr 15.00’an li ber Îstasyona Trenê ya Grenê pêkbê kirin.