Êrîşkarê nîjadperest bi wesayîtê êrîşî girseyê kir
Li Mamak a Enqereyê, kesekî di wesayîta xwe de dengê strana "Olurum Turkiyem" heta dawiyê bilind kir û bi wesayîtê êrîşî girseya gel a êrîşên nîjadperest protesto dikir, kir. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.