Tevî ku êrîşkarê bombeyî yê DAIŞ'ê Şeyh Abdurrahman Alagoz, rojek berê hat Pirsûsê jî, di gilînameyê de tenê dîmenê kamera yê roja 20'ê Tîrmehê heye. Parêzer Gulhan Kaya da xuyakirin, ku divê were lêkolînkirin bê Alagoz roja 19'ê Tîrmehê bi kê re hevdîtin kiriye.
Gilînameya li ser komkujiya Pirsûsê, ku rê li ber mirina 33 şoreşgeran vekir, piştî 19 mehan qediya. Di gilînameyê de dîmenê êrîşkarê bombeyî yê DAIŞ'ê Şeyh Abdurrahman Alagoz, cih digire.
Li gorî van dîmenan, Alagoz di destpêkê de roja 20'ê Tîrmehê saet di 09.01'ê de di kamerayan de tê tespîtkirin. Alagoz ji aliyê Alîgorê ve berê xwe dide navenda navçeyê. Heta saet 12.01 dema rûdana teqînê, êrîşkar bi 3 saetan li navenda bajêr digere. Di ber Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re derbas dibe.
Bersûcê komkujiyê Yakûp Şahîn got, Alagoz di êvara 19'ê Tîrmehê de hatiye Pirsûsê, lê belê tevî vê yekê jî ti agahî û dîmen li ser cihê êrîşkar roja 19'ê Tîrmehê lê bû, di gilînameyê de nîne.
ÊRÎŞKARÊ BOMBEYÎ DI ÊVARA 19'Ê TÎRMEHÊ DE HATIYE PIRSÛSÊ
Yakûp Şahîn ê di doza Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de girtî tê darizandin, da xuyakirin, ku 20 roj piştî komkujiyê ew li Dîlokê bi Halîl Îbrahîm Dûrgûn re li parkekê rûdinişt û Dûrgûn hingî jê re got, 'Min komkujiya li Pirsûsê kir'. Îfadeya Şahîn bi vî rengî ye: "Got, 'teqîna li Pirsûsê, min kir'. Dema min ev bihîst, şoq bûm, ji ber ku di televîzyonê de min bihîstibû ku rêxistina terorê DAIŞ'ê ev kiriye. Ji ber vê yekê min fêhm kir ku Halîl Îbrahîm Dûrgûn jî li ser navê rêxistina terorê DAIŞ'ê dixebite. Min jî jê re got, 'eger te kiribe, tu çawa dikare li vir be'. Wî got, 'Mirin heqê wan kesên li cihê teqînê bûn, ev bêşeref in'. Min jê pirsî bê teqîn çawa organîze kiriye. Wî jî ji min re got, kesê bi navê Denîz Buyukçelebî yê li ser navê rêxistina terorê DAIŞ'ê li ser sînor dixebite, ji bo çalakî li Tirkiyeyê werin lidarxistin, şexs û malzeme şandiye. Denîz Buyukçelebî, kesê ku li Pirsûsê çalakiya bombeyî ya zindî kir, tevî êlekê bombeyî ji min re şand. Min jî rojekê ew li mala xwe hewand û piştî rojekê êlekê bombeyî bi madeyên teqemeniyê dagirt û bi kesekî bi motorsîklet danê êvarê şand Pirsûsê. Teqîn bi vî rengî pêk hat. Lê belê li ser motorsîkletê û kesê ajotiye, tiştek negot. Min jî jê nepirsî."
Şahîn di îfadeya xwe ya têkildarî lêpirsîna komkujiya Enqereyê de ragihand, ku êrîşkarê bombeyî tevî êlekê xwe yê bombeyî di ser Elbeylî ya Dîlokê re derbas bûye û got, "Denîz Buyukçelebî êrîşkarê bombeyî yê zindî şand. Me şevekê ew li Dîlokê kir mêvan."
DI DOSYAYÊ DE DÎMENÊN 19'Ê TÎRMEHÊ NÎNIN
Ji parêzerên Platforma Edalet ji bo Pirsûsê Gulhan Kaya diyar kir, ku divê were lêkolînkirin bê êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrahman Alagoz rojek berê li ku bû, bi kê re hevdîtin kir û ev agahî li dosyayê bê bicihkirin. Kaya da zanîn, Alagoz, li navçeya ku ji bo çalakiya SDGF tedbîrên awarte hatibûn girtin, li ber avahiya emniyete derbas bûye û got, "Pirsûs ji xwe cihekî ku endamên îstîxbaratê gelekî lê digerin. Tevî ku ji bo çalakiya SDGF'ê tedbîrên zêdetir hatin girtin jî, dema Alagoz li nava kolanan derbas dibû, ji ber avahiya emniyetê derbas dibû, çawa nehatiye dîtin?" Parêzer Kaya anî ziman, dozgerên lêpirsînê ji destpêkê ve bi nêzîkatiya 'Kiryarek heye. Ew jî di teqînê de mir. Lewma divê dosya bê girtin' tevdigerin û got, "Ev nêzîkatî di gilînameyê de jî tê dîtin. Pêwîstî pê nehatiye dîtin ku têkiliyên Alagoz ên beriya 20'ê Tîrmehê bên lêkolînkirin.
Kaya da zanîn, dozgeriyê di nava 19 mehan de tenê du tişt kiriye û got, "Dîmenên êrîşkarê bombeyî kom kiriye. Lê belê ev dîmen tenê dîmenê 20'ê Tîrmehê ye. Ya duyemîn jî îfadeya Yakûp Şahîn girtiye. Dozgeriyê bi mehane tiştekî din nekiriye."
Parêzer Kaya anî ziman, ku wan xwestine lêpirsîn bê berfirehkirin, lê bi ti awayî bersiv ji vê daxwaza wan re nehatiye dayîn û got, "Me xwest, têkiliya navbera êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê yên berî û piştî Pirsûsê werin lêkolînkirin. Me xwest, têkiliyên navbera kiryaran û dewletê jî bên eşkerekirin. Me xwest, malbat, têkilî û hesabên bankayê yên Alagoz werin lêkolînkirin. Lê belê ti ji van nehat kirin."
Kaya bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê û got, "Armanc ji girtina biryara nepenîtiyê ew e, ku lêpirsînê ji raya giştî û malbatê birevînin."
Kaya destnîşan kir, ku ji bo darizandina hemû kiryaran ew têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin, lê belê divê têkoşîna edaletê ya li kolanan jî dewam bike.