Êrîşî ciwanê ku tîşortê ‘Kurdistan’ li ber bû kirin
Êrîşî ciwanê ku tîşortê ‘Kurdistan’ li ber bû kirin
Êrîşî ciwanê ku tîşortê ‘Kurdistan’ li ber bû kirin
Li Ûşakê ciwanê binavê Adil Fert ê ji Amedê ji ber ku tîşortê “Kurdistan” li ser nivîsî li ber bû, rastî êrîşa komek ya ciwanan hat û piştre hate binçavkirin.
Ciwanê binavê Adil Fert yê ji Amedê ji bo di avahîsaziyê li Kutahyayê kar bike, li Otogara Ûşakê rastî êrîşa komek ya ciwanan hat û hate hînbûn ku piştî wê hate binçavkirin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva din ciwanê binavê Adil Fert ê li ber wî tîşortê “Kurdistan” li ser nivîsî ji bo biçe Kutahyayê biveguhêzî dihat li rawestgeha otobusan rastî êrîşa komek ya ciwanan hat. Hate hînbûn ku, piştî bûyerê polîsên hatin cihê bûyerê 3 kartonên cigareyan hincet nîşandan û Fert binçavkirin. Hate diyarkirin ku Fert birin Midûriyeta Şaxa Kasibkariyê, her wiha nehate hînbûn ku, di derbarê koma êrîşî Fert kirine lêpirsînek hate vekirin an na. Hate ragihandin ku, Fert hêjan di bin çavan de ye.