NÛ BÛ

Êrîşî Çalakvanên Strasboûrgê hate kirin: Jendermeyên Fransa meş rawestand

Îro li bajarê Saverne li dijî çalakgerên Meşa Dirêj a enternasyonalîstan a ji Luksemboûrg heta Strasboûrgê destpê kir, piştî êrîşa komên faşîst ên Tirk aloziya derketî hê jî dewam dike.

Îro li bajarê Saverne li dijî çalakgerên Meşa Dirêj a enternasyonalîstan a ji Luksemboûrg heta Strasboûrgê destpê kir, piştî êrîşa komên faşîst ên Tirk aloziya derketî hê jî dewam dike. Piştî bûyerê jenderme û polîsên Fransa li bajarokê Marmoûtîerê pêşiya çalakgaran girt, nûçegihanên Yenî Ozgur Polîtîkayê Erkan Gulbahçe yê ku meş dişopand derb kirin.

Îro di saetên sibehê de li dijî nêzî 70 enternasyonalîstên şoreşger û aktivîtên ku beşdarî Meşa Dirêj a ku 1’ê Sibatê li Luksemboûrgê heta Strasboûrgê destpê kiribû, li bajarê Saverne êrîş hatibû kirin. Çalakger jî neçar mabûn ku xwe li dijî koma faşîst biparêzin.

Çalakgerên ku piştî bûyerê meşa xwe dewam kirin, li bajarokê Marmoûtîerê ku 7 km ji cihê bûyerê dûr bû, ji aliyê hêzên ewlekariya Fransa ve hate rawestandin û rê nehate dayîn ku bimeşin.

Hat diyarkirin ku Polîsên Fransî xwestin hinek çalakvanan binçav bikin, diyarkirin ku ger van kesan radestî wan nekin gefa ku hûn nikarin meşa xwe dewam bikin kirin.

Çalakger jî, ji bo polîsên ku çavê xwe li êrîşê girtine û li dijî zextên polîsan li benda parêzerên xwe ne ku bê cihê bûyerê.

Li bajarokê Marmoûtîer a ku 35 km ji Strasboûrgê dûre, jenderme û polîsan çalager dorpêç kirin û rê nedan ku çalakvan meşa xwe bidomînin, xebatkarê çapemeniya Kurd Erkan Gulbahaçe jî ji aliyê jendermeyan ve hate derbkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, jendermeyên Faransî yên ku çalakger desteserkirine, diyarkirin ku divê 3 çalakgeran radestî wan bikin.

Yekîneyên ku êrîşa Saverne kirin hincet û meş astengkirin, endamên yekîneya jendermeyên ku roja Sêşemê li Sarre-Ûnîonê ku li dijî êrîşa koma faşîst a li ser çalakgeran bêkêr bibûne.