Êrîşên li ser Serêkaniyê li Lefkoşayê hatin protestokirin
Êrîşên li ser Serêkaniyê li Lefkoşayê hatin protestokirin
Êrîşên li ser Serêkaniyê li Lefkoşayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn êrîşên komên çete yên bi desteka dewleta Tirk li dijî bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê meşek li dar xistin.
Kurdistaniyên li Qibrisê, bi armanca êrîşên li dijî Serêkaniyê protesto bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê, roja çarşemê li ber Komeleya Kurdan a Lefkoşay dest bi meşekê kirin.
Girseya Krudan meşiya ber Nunertiya NY’yê ya li Qibrisê û di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd (DBK) û PYD’ê hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşimên “Bijî yekitiya gelê Kurd” û “Şehîd Namirin” hatin qêrîn.
Di daxuyaniyên li ber Nunertiya NY’yê hate dayin de hate diyarkirin ku êrîşên komê nçete yên li dijî Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekkirin û bêdengiya NY’yê ya li hemberî vê yekê protesto kir.
Piştî axaftinan raporek derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê de pêşkêşê rayedarên NY’yê hate kirin. Her wiha ji NY’yê hate xwestin ku statuya Rojavayê Kurdistanê nas bike û zextê li dewleta Tirk bike ku dawî li êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bîne.