Êrîşên li hemberî Qamişlo û Şêx Meqsûd encama kîjan lihevkirinê ye?
Êrîşên li hemberî Qamişlo û Şêx Meqsûd işaret bi nêzîkatiyeke nû ya ji provokasyonê mezintir dikin.
Êrîşên li hemberî Qamişlo û Şêx Meqsûd işaret bi nêzîkatiyeke nû ya ji provokasyonê mezintir dikin.
Êrîşên li hemberî Qamişlo û Şêx Meqsûd işaret bi nêzîkatiyeke nû ya ji provokasyonê mezintir dikin. Siyaseta 'şerê li hemberî hev, xebata hevpar a li dijî Kurdan' a Tirkiye, Îran û Sûriyeyê, ji ber dijberiyên stratejîk, ji hevgirtineke taktîkî pê ve nayê ti wateyê. Dema mirov Rûsya û DYA jî li nava vê rewşê bicih bikin, hingî nediyar e ev lihevkirina taktîkî heta kengî bimeşe.
Eger em dixwazin qewimînên li Rojhilata Navîn rast bixwînin, encamên rast jê derxînin, beriya her tiştî divê ji perspektîfa 'şer rewşa kûrbûyî ya siyasetê ye' li rewşê bê temaşekirin. Ti ji qewimînên leşkerî yan jî dîplomatîk ji hesabên polîtîk ên hêzên navneteweyî yan jî herêmî serbixwe nîne, bi serê xwe naqewime.
Lewma êrîşa rejîma Sûriyeyê ya 20'ê Nîsanê li hemberî Qamişlo hat kirin, divê bi qewimînên li pişt perdeyê re bi awayekî hevgirtî û yekpare bê nirxandin. Êrîşên sê rojan dewam kirin û bi agirbestê re sekinîne, pêwîste weke işareta rûdana pêleke nû ya êrîşê bê fêmkirin.
ÊRÎŞA LI QAMIŞLO ÊRÎŞEKE JI RÊZÊ NÎNE
Êrîşa Qamişlo êrîşa destpêkê ya rejîmê ya li hemberî Kurdan nîne. Beriya niha li Helebê û Cizîrê, hêzên rejîmê yekser an jî neyekser gelek caran êrîş kiribû. Lê belê divê êrîşa Qamişlo weke yek ji van êrîşên provokatîf neyê dîtin.
Bûyerê di dema dawî de qewimîn; hevdîtina Serokkomarê Îranê Rûhanî bi Erdogan re, hevdîtina MÎT-Mûhaberatê ku tê gotin heman rojê pêk hatiye, bingeh ji vê êrîşê re amade kirine.
Çawa?
Îran û Tirkiye ku di siyaseta li Rojhilata Navîn de li aliyên dijberê hev cih digirin û di şerê li Sûriye û Iraqê de ji hev gelekî cuda ne, di asta herî bilind de krîzekê dijîn. Di dema dawî de hin hevdîtin pêk anîn û Rûhanî li Enqereyê peyama 'em dikarin bi hev re bixebitin' da. Piştî vê daxuyaniyê pirsa 'Gelo Tirkiye û Îran nêzî hev dibin?' ket rojevê.
RÊYÊN VEGER JÊ NÎNE
Bi rastî jî nêzî hev dibin? Eger nêzî hev dibin, ev yek wê li ser kîjan bingehê be? Tirkiye û Îran di kîjan mijaran de dikarin bi hev re bixebitin? Eger nakokiyên navbera Esad û rejîma Iraqê di asta stratejîk de ne, Tirkiye yan jî Îran siyaseta xwe ya li herêmê diguherîne? Eger Îran dest ji Esad bernade, wê çaxê geolo dewleta Tirk wê bi Esad re li hev bike? Yan jî dewleta Tirk dest ji armanca xwe ya 'Sûnîstan' ku bi hevalê xwe yê Siûdî re hevpar e, diterikîne?
Û pirsa bingehîn; çi pêwendiya êrîşa li hemberî Qamişlo bi van mijaran re heye?
Mirov dikarin pirsan zêde bikin, lê ev yek bi tena serê nîşan dide ku guhertina stratejiya yek ji van her du dewletan an jî guhertina siyaseta herduyan, wê di nava hevsengiya hêzên herêmî, berjewendiyên dewletan û şerê li Rojhilata Navîn de rewşeke nû ya siyaseta navneteweyî û herêmî derxîne holê.
Bicihanîna stratejiya welatekî li aliyekî, şer û blokên li Rojhliata Navîn bi ti awayî rê nade welatek bi tena serê xwe di vê astê de siyasetê biguherîne.
Guhertina stratejiyeke bi vî rengî wê were wateya, vegera ji stratejiyên xwe yên heta roja îro meşandine, ku ev yek jî pêkan naxuye.
Dijberiya Şîa-Sûnî, mijar Esad, meseleya Sûnî mijarên taktîkî nîne. Lewma di van mijaran de ne Îran ne jî dewleta Tirk siyaseta xwe ji bingehê ve naguherînin.
DEMA MIJAR KURD BE...
Wê demê bi tenê tiştek dimîne; Guhertina taktîkê û lihevkirina taktîkî!
Mijara ku rayedarên Îranî û wezîfedarên dewleta Tirk dibêjin 'em dikarin bi hev re bixebitin' û bi kêrî rejîma Baasê jî tê, işaretê bi polîtîkayeke bi vî rengî ya konjonturî dike. Yanî Îran a palpiştiya Esad dike û dewleta Tirk a palpiştiya DAIŞ'ê dike, wê di mijara siberoja rejîman de hînê bi hev kevin. Lê belê mijara Kurdan de wê 'bi hev re' bi xebitin.
Ev hêz li Başûrê Kurdistanê cuda, li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê cuda tevdigerin. Ev tevgera ji hev cuda, nakokî nîne, wê weke pêwîstiya siyaseta heyî pêk were. Bi kurtasî, polîtîkaya li hemberî Kurdan hem wê li ser bingeha berjewendiyên rojane, hem jî li her parçeyên Kurdistanê bi rengekî cuda were meşandin.
Piştî êrîşa li Qamişlo û rojek heman piştî ragihandina girbestê, li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku çeteyên Tirkiyeyê êrîş dike, balafirên şer dest bi bomberdûmanê kir. Girîng e ev yek di çarçoveya konsepteke nû de bê nirxandin.
LI DIJÎ KURDÊN DAXWAZA AZADIYÊ DIKIN, LI HEV KIRINE
Dewleta Tirk, Rojava bi 'hevkariya' bi Esad re sûcdar dike û bi rêya çeteyan êrîşî Kurdan dike. Sûriye jî bi desteka Rûsyayê otorîteya xwe 'kêm be jî' pêk anî û piştî agirbesta bi komên çekdarî pêk anî, dest bi êrîşa li hemberî Kurdan kir. Rejîma Esad di wê baweriyê de ye ku Kurd bi ragihandina Federasyona Bakurê Sûriyeyê 'zêde gavî' kiriye û bi van êrîşan re dixwaze otorîteya Kurdan qels bike.
Xuya ye rejîma Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku komên leşkerî bêbandor kirişye û êdî Kurdan di kategoriya 'gefa herî mezin' de dibîne.
Sefîrê Bilind ê Sûriyeyê yê Daîmî yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El Caferî, ku li Cenevreyê rejîmê temsîl dike, ji bo federasyonê got, 'federasyon xeyalek e' û bi vî rengî nêzîkatiya rejîmê nîşan da. Ev nêzîkatî heman nêzîkatiya dewleta Îranê ye. Di heman demê de 'xeta sor' a dewleta Tirk e. Lewma nêrîna hevpar a van her sê hêzan di vê mijarê de (mirov dikarin PDK û ENSK'ê jî, ku li gorî siyaseta Tirkiyeyê dimeşin lê zêde bikin) rê li ber êrîşa li hemberî Qamişlo vekir.
Hêzên rejîmê bi van êrîşan re xwest çavê hêzên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bitirsîne.
EV KONSEPT BI SER NAKEVE
Siyaseta 'şerê li hemberî hev, xebata hevpar a li dijî Kurdan' a Tirkiye, Îran û Sûriyeyê, ji ber dijberiyên stratejîk, ji hevgirtineke taktîkî pê ve nayê ti wateyê. Dema mirov Rûsya û DYA jî li nava vê rewşê bicih bikin, hingî nediyar e ev lihevkirina taktîkî heta kengî bimeşe.
Polîtîkayên tên meşandin, lihevkirina li ser bingeha dijberiya Kurdan, êrîşên li dijî Qamişlo û Şêx Meqsûd, ji bo parastina destketiyên li Kurdistanê û siberoja Kurdan işaretê bi girîngiya avakirina siyaseteke hevpar a Kurdan ji bo yekîtiyê dike. Her wiha nîşan dide ku hêzên global ên weke Rûsya û DYA ji aliyê siyaseta Kurd û Kurdistanê ve di asta jiyanî de girîng in.