Êrîşên faşîst ên li hember HDP’ê didomin
Êrîşên li dijî HDP'ê û gelê Kurd didomin. Komên faşîst li Bartin û Îzmîrê êrîşî avahiyên HDP’ê kirin
Êrîşên li dijî HDP'ê û gelê Kurd didomin. Komên faşîst li Bartin û Îzmîrê êrîşî avahiyên HDP’ê kirin
Êrîşên li dijî HDP'ê û gelê Kurd didomin. Komên faşîst li Bartin û Îzmîrê êrîşî avahiyên HDP’ê kirin
BARTIN
Êrîşên li dijî HDP'ê û gelê Kurd didomin. Komek nîjadperest, êrîşî avahiya HDP'ê ya Bartinê kirin. Koma nîjadperestan tabelaya HDP'ê daxistin û camê avahiyê şikandin.
3 rojin komên nîjadperest li dijî gelê Kurd û avahiyên HDP'ê êrîşan pêk tînin. Heta niha bi dehan avahiyên HDP'ê rastî êrîşan hatin û zerarên mezin çêbûn. Herî dawî koma nîjadperestan li Bartinê jî êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Koma êrîşî avahiyê kirin tabelaya HDP'ê daxistin û ala Tirkiyeyê bi avahiyê daliqandin. Komê camên avahiyê jî şikandin û zerarek mezin dan avahiyê. Komê piştî êrîş pêk anîn belav bû. Polîsan 3 kes binçav kirin.
ÎZMÎR
Komek nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Karabaglar a Îzmirê kirin û avahî şewitandin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Dîlek Aykan, diyar kir ku nîjadperestan avahiya HDP'ê şewitandin û 30 hevalên wan di avahiyê de asê mane.
Komek nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Karabaglarê ya Îzmirê kirin. Koma nîjadperestan li dora avahiyê kom bûn, avahî dan ber agir. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Dîlek Aykan, diyar kir ku di avahiyê de 30 endamên wan hene û bi fikarin ku wekî Madimakê bibe. Aykan, bang li hemû mirovên welatparêz, demokrat û mirovparêz kir û xwest bi hawarê biçin. Akyan, anî ziman ku ew ê parastina rewa bikin û li dijî êrîşan li ber xwe bidin.
Hevserokê HDP'ê yê Karabaglarê Ugur Bozkurt jî diyar kir ku niha ew û 25 hevalên wan di avahiyê de asê mane û derdora wan hatiye pêçan. Bozkurt, anî ziman ku komê camê avahiya wan şikandin agir bi avahiyê xistine. Bozkurt, da zanîn ku dayikên temen mezin jî hene û nikarin ji avahiyê derkevin.