Êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî, li bajarên Innsbrûck û Graz Kurdistanî daketin qadan, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî, li bajarên Innsbrûck û Graz Kurdistanî daketin qadan, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li Ewropa bi awayekî girseyî tên protestokirin.
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî, li bajarên Innsbrûck û Graz Kurdistanî daketin qadan, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî di pêşengtiya PJAK’ê de çalakiyek hat lidarxistin. Êrîşên dewleta Tirk a li ser Cizîrê û ev 8 roj in ku birîndar li malekê de asê mane û ji mirinê re hatine hiştin, ev nêzîkatiya dij mirovahiyê û polîtîkaya êrîşên hovane hatin şermezarkirin.
Di axaftinên çalakiyê de hat diyarkirin ku yên ji mirinê re hatine hiştin ne tenê gelê Kurd in, mirovahî ye û ji ber vê her kesê ku dibêje ez mirov im, divê li hember êrîşên hovane yên hikûmeta AKP’ê bêdeng nemînin. Di çalakiya ku gelek kesên Fîlandiyayî jî beşdar bûn de hat diyarkirin ku divê dewletên Ewropa li hember van polîtîkayên êrîşên qetlîamwarî hê jî bi bandortir mudaxele bike.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Avûstûryayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta AKP’ê meşek hat lidarxistin.
Meşa ku heta pêşiya avahiya Şaredariya Graz pêk hat bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk, wêne û dowîzên bi Elmanî “Dawî li terora dewleta Tirk bînin” û “ Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo Kurdistanê aştî” hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin.
Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinan de bang li raya giştî ya Ewropa hat kirin ku divê li hember qetlîaman tenê temaşekar nemînin. Hat bibîrxistin ku di nava şerê 3 mehan de bi sedan welatiyên sivîl hatin qetilkirin.
Da xuyakirin ku divê dewleta Tirk demildest dawî li şer bîne û li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîsa dest bi muzakereyan bike.
Piştî axaftinan dawî li çalakiyê hat.
INNSBRÛCK
Li bajarê Innsbrûck ê Avûstûryayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin.
Çalakî li ser rêya herî qelebalix a Marîa-Theresîa a bajarê Innbrûck bi rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiya ku Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî piştgirî kir, li ser navê ATIK Orhan Erzîngan û li ser navê Ciwanên Innsbrûck Rojda Koçgirî axivîn. Di çalakiyê de li gel pankartên Elmanî jî belavok hatin belavkirin.
Çalakî bi xeleka mirovan û bi vekirina pankarta “ Li Kurdistanê mirovahî tê qetilkirin” bi dawî bû.