Êrîşên AKP'ê yên li ser Rojava li Stockholmê hatin şermezarkirin
Dagirkeriya hikûmeta AKP'ê ya li Cerablûsê û êrîşên li dijî gelê Minbicê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin.
Dagirkeriya hikûmeta AKP'ê ya li Cerablûsê û êrîşên li dijî gelê Minbicê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî duh saet di 15:00 de li Meydana Mynttorget a li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê axaftin hat kirin û hat gotin, dewleta Tirk ne ji bo şerê DAIŞ'ê bike, ji bo destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake, Cerablûs dagir kiriye.
Qiseker da xuyakirin, ku AKP li Minbicê sivîlan dikuje û bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kir, ku li dijî dagirkerî û êrîşkariya Tirk bikevin nava hewldanan.
Girseya gel piştre ber bi avahiya parlamentê ve meşiya. Xwepêşandar wextê li ber avahiya parlamentê sekinîn û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Xwîn ji Kurdistanê tê, cîhana derve lê temaşe dike", "Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin", "Erdogan ê faşîst wê hesab bide" qîriyan.
Xwepêşandêran li kolana Drottnîngsgatanê dirûşme qîriyan û li Meydana Sergelê xwepêşandana xwe dewam kirin.