Êrîşên AKP'ê wê li Madrîdê werin protestokirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bimeşe.
Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bimeşe.
Di meşa li Madrîdê de wê êrîşên AKP'ê werin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê were silavkirin. Ji bo meşê banga beşdariyê hat kirin.
Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bimeşe.
Meşa ku hin rêxistin û sendîka jî destekê didin, wê di 16'ê Çileyê saet di 18:00 de pêk were.
'DIVÊ DESTEKEK TOPYEKÛN BÊ DAYÎN'
Di daxuyaniya komîteyê ya li ser meşê de hat gotin, "Di serî de gelê me yê welatparêz, em bang tevahiya hevrêyên xwe yên çep-sosyalîst dikin ku beşdarî meşê bibin. Roj roja destekkirina gelê Kurd ê mezlûm e. Roj ew roj e ku pêşî li AKP a xwedî mejiyê AKP'ê ye, bê sekinandin. Roj roja dijderktina li tecrîda li ser Serok Apo, roja xwedîderketina li konfederalîzma demokratîk û xwerêveberiyê ye. Pêwîste gelê me dest ji kar û dibistana xwe berde û tevlî berxwedanê bibe."