Êriş di şexsê Kobanê de li hember tevahî gelê Kurd e
Êriş di şexsê Kobanê de li hember tevahî gelê Kurd e
Êriş di şexsê Kobanê de li hember tevahî gelê Kurd e
Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas der barê rewşa awarte ya banga lezgîn li tevahî gelê Kurd û bi taybet jî li gelê Rojhilatê Kurdistan û Jinan kir. Evîndar Rênas da zanîn ku êriş di şexsê Kobanî de li hember tevahî gelê Kurd e û divê gelê Kurd bi vê hişmendiyê bi awayekî lezgîn bikeve tevgerê.
Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas a ji ANF’ê re axivî berxwedana bêhempa ya şervanên YPG-YPJ û berxwedêrên Kobanî silav kir û wiha got “Li Kobanî tinekirina gelê Kurd tê hedefkirin, nirx û deskeftiyên dîrokî yên wê tên armanckirin. Armanc tenê ax û sînorê Kobanî nîne, armanc têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ên çar beşên Kurdistanê û rûxandina pergala xweser û demokratîk ya wê ye.”
Evîndar bi berdewamî anî ziman ku ancax bi bilindkirina rihê berxwedana Kobanî re bikarin vê hevkarî û hevpeymaniya navdewletî ya di bin navê DAIŞ’ê de li hember gelê Kurd birêve diçe, têk bibe.
Evîndar da xuyakirin ku hemû hêzên hevkar yên li pişt DAIŞ’ê dixwazin Şengaleke duyemîn bi Kurdan bidin jiyan wiha berdewam kir “Divê gelê me îro bi vê hişyariyê tevbigere; eger destkeftiyên me yên li Kobanî têk bibin em nikarin sibe ne li Amedê, ne li Mahabadê, ne li Hewlêrê weke gelê Kurd bijîn bikin û nejî dikarin bi nasnameya xwe pergala xwe ya azadiyê pêşbixin”.
'DIVÊ BERXWEDAN BI RIHÊ ZÎLAN, BÊRÎTAN Û ARÎNAN DERKEVIN LÛTKEYÊ'
Evîndar Rênas da xuyakirin ku çarenûsa gelê Kurd wê li Kobanî diyar bibe wiha berdewam kir “bi yekgirtin û hevgirtina her çar beşên Kurdistanê ancax ev xeterî werin beralîkirin. Bi çalakiyên cuda cuda ku heya niha gelê me helwest raber dikir divê ji vêya şûnde her kes dakeve kolanan bi rihê serhildanê bikin ev hêzên navdewletî yên di bin navê DAIŞ’ê de êrîş dikin dest ji van kiryarên xwe berdin.”
'DIVÊ CIWANÊN ROJHILAT BERÊ XWE BIDIN ROJAVA'
Evîndar bal kişand ser erk û wezîfeyên ciwanên Rojhilat û da xuyakirin ku divê ciwanên Rojhilat li ber xwe bidin eniyên berxwedanê yên Rojava û bi van gotinan berdewamî bi axaftinên xwe anî “Divê ciwanên Rojhilat berê xwe bidin Kobanî ku îro di bin metirsiya komkujiyan de ye. Eger li Kobanî serkeftinê bidest bixin wê sibe berê komkujiyan bidin Mahabad, Maku, Kirmanşah, Urmiye û Sine. Eger em îro pêşî li vê qirkirina li Kobanî dixwazin pêk bînin bigirin wê sibe kes nekarî pêşî li qirkirinên li beşên din yên Kurdistanê û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê bigirin. Eger dixwazin xwedî li rûmeta xwe derketin divê di çeperên şer yên Kobaniyê de cihê xwe bigirin û bi rabûna ser piya dikarin erkên xwe yên neteweyî bi cîh bînin.
'DIJMINÊN KURDAN TIMÎ BI PARÇEKIRINA KURDAN SERKEFTIN BI DEST XISTINE'
Evîndar got ku bi konsept, hevkarîû dek û dolaban her timî xwastin Kurdan ji hev cûdabikin. Her wiha balkişand ser hêzên parastina hevpar ya li Başûrê Kurdistanêû bi van gotinan xulase kir “ çawa ku îro bi awayeke hevpar hêzên parastina Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanêû deskeftiyên wê diparêzin û şan bi şan têdikoşin, divê bi heman şêweyî li Kobanî jî ev pêk were. Eger em bi vî şêwazîû rihî li Kobanî tevbigerin wê ti hêzên qirêj nekarin bigihijin armanca xwe.
Evîndar bi berdewamî got ku “gelê me wê ji Sine, Maku, Xorasan, Kirmanşah,Urmiye, Ciwanro û herderê beşdarî nava refên parastinê yên Kobanî bibin.Divê ciwanên me li Mêrîwanê di kolanan de bin. Em weke gelê Kurd di demeke heyatî re derbas dibin. Eger em weke gelê Kurd îro dereng bimînin wê ne dîrok me efû bike nejî emê bikarin pêşî li komkujiyên mezin yên Kurd bigirin. Eger em îro bi vê hişmendiyê ranebin ser piya û li berxwe nedin, wê sibe zehf derengbe. Bi dorpêçkirina Kobanê re dixwazin îradeya me bişikînin, serî me bi tewînin û bikin ku em dest ji daxwazên xwe yên mezin yên azadiyê berdin. Divê gelê Kurd ders ji dîroka xwe ya rabirdu derxe û têkçûneke din ji bo xwe êdî nepejirîne. Komkujiyên li Mahabad, Amed, Geliyê Zîlan, Dêrsim pêkanîn îro dixwazin dûbare bikin. Ji ber gelê Kurd wê demê ne yekbûû parçebû ji lewma ew siyaset serkeft”.
'ÇAWA YPG XWEDÎ LI BAŞÛR DERKET DIVÊ BAŞÛR JÎ BI HEMAN RENGÎ NÊZ BIBE'
Evîndar bal kişand ser girîngiya xwedîderketina gelê Başûr ji Kobanî re wiha got “Dema hêzên çete yên DAIŞ’ê ketin Başûrê Kurdistanê yên di serî de berê xwedan Başûrê Kurdistanê YPG-YPJ’e bû, gelê Rojavayê Kurdistanê bû. Yê deriyê xwe ji gelê Başûr re vekir dîsa Rojavayê Kurdistanbû. Bêdengiya Başûrê Kurdistanê wê siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd birêve diçe xurt bike û wê bibe deskeftiyek ji bo hêzên derve ku bihêsanîêrişê ser gelê me bike. Pêwîstiya gelê Rojava pêwîstiya xwe bi piştgiriya hemû beşên Kurdistanê heye. Eger hêzên Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bidomînin emê weke piştgiriya van hêzan binirxînin û destbigirin. Îro gelê me demeke herî hesas re derbas dibe û siyaseteke qirkirinê şexsê kobanê de ser gelê me tê meşandin. Îro hukumeteke kurd a başûre kurdistanê heye eger peşdarî vê berxwedana gelê me nebe û siyaseta ku xwe derveye ve hîştin wê xwe re bo başûrê kurdistanê encamê neyînî bîne. Pariyên başûrê saziyên civakîû gelê başûrê kurdistanê divê van hêzana bînin asteke ku li hemberi vê bêdengiyê bişkînin. Divê gelê me bi rihê ku bi karibe vê siyasetê bişkine beşdarî çalekiyan bibe. Diviya bû gelê me yên başûr îro asta serhildana ser piya ba û pişgiriya xwe bo rojeva diyarkiriba. Di vê demê de bêdengî bo gelê kurd îxanete. Ne dîrok û ne jî gelê kurd wê vê rewşê qebul bike. Divê hemû kes ser vê zanistê tevbiger. Îro her kes dikare di çepelê xwe de nerazîbûna xwe diyarbike, dikare di dîplomasiyê de, siyasetê de, bi beşdarbûna nav refên YPJ-YPG heta degirkirina sînora, pêşîgirtina DAİŞ bo sînorê rojeva vana hemû şêwazên çalekiyaye. Bêdengî dibe sebe ku DAİŞ hêrîşên xwe bi çêken giran bibe ser Kobanê.
Em bêdengiya hêzên nav dewletî a li hemberî Kobanê weke hevkarê wê dinirxînin. Îro weke mafê mirova weke demokrasiyê weke parastina azadiyê bi nav dikin lê her şêwazî li hemberî vê qirqirina ser gelê me tê meşandin bêdengiya xwe diparêzin. Ger ku îro çawa li şengalê qirqirin hat jiyankirin li kobanê bê jiyankirin ne amerîka, ne Nato ne jî ev komîsyona ku dijî DAİŞ hatiye avakirin û ne jî Tirkiyê, wê bin vêbarê giran a dîrokî de rabin. Gelê kurd êdî rastiya van dewleta û hêza baş nasdikin. Her diçe hêrsa gelê kurd li hemberî wan zêdetir dibe, divê ev hêzana li hemberî gelê me siyaseta xwe a qirirqirin rojek beriya rojekê devjê berdin.
Evindar rênaz got ku weke tevgera azadiya kurd emê tu çarî ev siyaseta ser gelê me tê meşandin emê nepejrîne û emê têkoşîneke mezin bidin meşandin.
Cîhên ku pêwîst bike em ê bi rihê Arîn’a emê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Emê vê siyaseta dijmin a li Kobanê dide meşandin bi rihê hevgirtî, bi rihê netewî emê vala derxe. Divê DAIŞ û hevkarê wê bizanibe ku heta kurdekî ku li cîhanê bimîne ewê li hemberî wana têbikoşe. Ev siyaseta ku li hemberî me tê meşandin ewê bi ti şêwazî sernekeve. Em dibêjin ku hevkarên Daiş re bira dev ji vê siyaseta xweya qirêj a derveyî mirova berde û bira bizivire rûmeta xwe a mirovatiyê. Tişata ku îro li kobanê tê meşandin têbirina mirovatiyê ye, nê a gelê Kurd e. Li hemberi van çeteyên hovane hêzên parastina gele YPG ,YPJ’e û gelê kurd ê kobanê bi şiyara azadiyê pergala xwe avakirine têkoşîna xwe dide meşandin û mezindike. Gelê Kobanêîro bi têkoşîna xwe buye sembola welatparêziya rojhilata navîn. Îro ciwanê kurd, gelê kurd bo azadiya xweya rûmet di eniya şerde canê xwe fedadike. Ev rihê lehengên kurde, îro destanên berxwedanê li kobanê tê nivîsadin. Îro roj roja berxwedan û çalekiyên mezine.