Ergîn: Dibe hefteya pêşiya me heyeta 3’mîn biçe Îmralî
Ergîn: Dibe hefteya pêşiya me heyeta 3’mîn biçe Îmralî
Ergîn: Dibe hefteya pêşiya me heyeta 3’mîn biçe Îmralî
Wezîrê Edaletê yê Tirk Sadullah Ergîn da diyarkirin ku, heyeta BDP’ê ya sêyemîn dikare di hefteya pêş de biçe Îmraliyê. Weke din jî Ergîn aşkera kir ku, dibe di heyeta 3’mîn ya BDP’ê de guhertin çêbibin.
Amadekariyên heyeta 3’mîn ya BDP’ê ku biçe Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbike didomin.
Ji BDP’ê kê/î dê biçe Îmraliyê hêjan baş zelal nebûye. Têkildarî vê Wezê Edaletê yê Tirk Sadullah Ergîn ragihand ku, “Ez wisan difikirim ku heyeta 3’mîn ya Îmraliyê dê dereng nemîne” û da zanîn ku, dibe di hefteya pêşiya me de biçin gravê.
Ergîn destnîşan kir ku, ew li ser navan pir hesasin û got, ew dê kesên piştgirî didin pêvajoyê tercîh bikin. Ergîn agahiya wê jî da ku, dibe di heyetê de guhertin çêbibe.
Çav lê ye ku hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beriya Newrozê pêkbê.