Erdogan û Rûhanî beriya civîna bilind li hev rûniştin

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê îranî Hasan Rûhanî re li Enqereyê rûnişt. Rûhanî diyar kir ku hebûna yekîneyên biyanî li Sûriyeyê bêyî destûra rejîma Şamê li derveyî qanûnan e.

Beriya civîna bilind a Pûtîn-Rûhanî-Erdogan a li Enqereyê, Rûhanî û Erdogan li hev rûniştin.

Ev her sê welat li Sûriyeyê hene. Rûsya û Îran li kêleka rejîma Şamê ne, Tirkiyeyê jî bi sûcên giran ên şer gelek herêm dagir kiriye.

Civîna her sê dewletan piştî dagirkirina Efrînê pêk tê. Dewleta Tirk 20'ê Çileyê dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir. Bi sedan sivîl kuşt, bombe li binesaziya bajêr barand, mal û kargehên gel talan kir. Rejîma Şamê jî li ber dagirkeriya Tirk ranebû û tenê got, "dagirkerî" ye.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî beriya serdana Enqereyê bal kişandibû ser hebûna Amerîka û dewleta Tirk a li Sûriyeyê û xwestibû, hêzên biyanî yên destûr ji rejîma Şamê negirtine xwe vekişînin.

Rûhanî got, "Îran di wê baweriyê de ye ku hebûna hêzên biyanî yên li Sûriyeyê bêyî destûra hikumeta Sûriyeyê îllegal e û divê dawî li vê yekê bê anîn."

Mijara civîna bilind a navbera her du welatan ku wê li Enqereyê bê kirin, wê Sûriye be. Rojeva sereke ya Erdogan jî dijminatiya li Kurdan e.