'Erdogan sûcdarê şer e'
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li panêlekê, ku ji hêla Weqfa Rosa Luxembûrgê ve hat organîzekirin axivî û got, Erdogan û derdora wî kengî jî be wê li dadgeha sûcên şer werin darizandin.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li panêlekê, ku ji hêla Weqfa Rosa Luxembûrgê ve hat organîzekirin axivî û got, Erdogan û derdora wî kengî jî be wê li dadgeha sûcên şer werin darizandin.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li panêlekê, ku panêl ji hêla Weqfa Rosa Luxembûrgê ve hatibû organîzekirin axivî û got Erdogan û derdora wî kengî jî be wê li dadgeha sûcên şer werin darizandin. Panêl li Hambûrgê, li Socîal Centrûm a Sternschanzeyê hate kirin. Di panêlê de hem li ser pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê û hem jî li ser bajarên bakur ên ku dewleta Tirk kavil kirin axaftin hatin kirin.
Di panêlê de nûnerê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglu axivî. Fersoglu diyar kir referandûma Başûr tenê berjewendiya Barzanî û malbata Barzanî parastiye û ji bo vê jî referandûm ne temendirêj bûye, çimkî referandûm ne di berjewendiya gelê Kurd de bûye.
Fersoglu berdêla dostaniya Barzanî û Erdogan bûye bi dest ve berdane nîvê Kurdistanê û got Barzanî ji bo ku dostaniya xwe ya bi Erdogan re bi dawî neke li dijî hemû pêkhateyên siyasî yên Kurd bûye xwedî helwesteke dijminane.
Fersoglu got li hêlekê li Başûr rewş wiha ye lê li Rojavayê Kurdistanê jî li ser îdeoloijya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşek zîl dide û rizgariya mirovahiyê bi vê şoreşê ye.
ERDOGAN SÛCDARÊ ŞER E
Piştre Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret axivî û got 2015’an bi carekê re ji atmosfera aştiyê ketine atmosfera şer û tekane berpirsê vê jî Erdogan û fermandarên berdestê wî bûne. Îmret li ser wê pêjvaoyê got, Erdogan ê ku HDP li pêj rejîma xwe ya yek zilamî asteng didît, maskêya xwe ya aştiyê ya kup ê re ne jidil b:û avêtiye û li dijî gelê Kurd şerekî giştî ragihandiye û bi vî şerî re gelek jîgehên Kurdistanê ji xerîteyê rakiriye û naxwazin ku Kurd hilmê jî bistînin.
ŞAREDARIYAN DIKINE QEREQOL
Îmret bi domdarî got, bajarê ku wê şaredarî lê dikir ji vê hilweşandina bi hovîtî têra xwe nesîbê xwe standiye û li 178 mirovên ciwan li jêrzemînên hovîtiyê bi saxî hatine şewitandin. Îmret wiha domand: ‘’Niha jî bi hilweşandina van jêrzemînên hovîtiyê dixwazin şop nemînin. Şaredariya ku bi vîna azad a gel hatî hilbijartin desteser dikin û dikine qereqol. Karê pêşî yê qeyûmê ew bû ku pêşî wan saziyên ku bi keda jinê hatibûn avakirin ala bike. Lê yên ku ev qas zilm li gelê me kirin wê nikaribin xwe ji dadmendiya gerdûnî û Xwedayî xilas bikin. Bi sûcdariya şer kengî jî be wê werin darizandin.’’
Îmret bal kişande ser kampanyaya hevgirtinê ya bi gelê Şirnexê re û xwest ku her kes ji bo kampanyayê seferber bibe.